Li Şerayê ji heman malbatê 4 kes hatin revandin
Li gundeke yê navçeya Şera ya Efrînê ku artêşa Tirk û çeteyên wê dagirkiriye, ji heman malbatê 4 kes hatin revandin.
Li gundeke yê navçeya Şera ya Efrînê ku artêşa Tirk û çeteyên wê dagirkiriye, ji heman malbatê 4 kes hatin revandin.
Li gorî agahiyên ji herêmî hatin girtin, çeteyên girêdayî dewleta Tirk li gundê Qurtqelaq a navçeya Şerayê di şeva Pêncşemê de ji heman malbatê 4 kes hatin revandin.
Navê kesên ji heman malbatê hatine revandin wiha ne: “Mihemed Ehmed Şêx Temo (34), Luqman Mihemed Şêx Temo (20), Mihemed Şêx Ehmed Temo (45) ve Îsam Menan Şebabo Temo (35).
Aqûbeta kesên hatine revandin nayê zanîn.