Li Şera û Bilbilê şer

Di tevgera hewldana dagirkeriya Efrînê e li Şera û Bilbilê şer heye.

Di hewldana dagirkeriya dewleta Tirk de a bi ser Efrînê de li gelek deveran di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên YPG-YPJ’ê de şerekî giran heye.

Li gundê Dîkmetaşê ya navçeya Şera Efrînê di navbera hêza dagirker û şervanan de şerekî giran ê bi çekê giran heye.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker li navçeya Bilbilê, top û hawanan davêje gundê Kurdo û Baliya.

Diyar bû li gundê Sorkê ya Racoyê beşekî ji dîwarê ku dewleta Tirk berê danî bû rakiriye û li herêmê tevgera balafirên keşfê zêde ye.