Li Şera û Şêrawayê 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên 20’ê Tebaxê ya li Şera li dijî navendeke leşkerên Tirk û çeteyan û 21’ê Tebaxê ya li Şêrewayê de bi kêmanî 2 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên 20’ê Tebaxê ya li gundê Vêlat Qadî ya Şera û 21’ê Tebaxê ya li gundê Kîmarê ya Şêrewayê de bi kêmanî 2 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn.

HRE li ser çalakiyan ev agahî da:

“Hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora navçeyên Şera û Şêrawa bi rêzeçalakiyên bi bandor derbên giran li dagirkeran xistin.

20’ê Tebaxê hêzên me bi çalakiyekî navendekî hevbeş ya leşkerên artêşa Tirk a dagirker û terorîstên girêdayî wê li gundê Vêlat Qadî yê girêdayî navçeya Şera kirin hedef. Di encamê de çeteyek hat kuştin, 2 leşkerên Tirk û çeteyek jî brîndar bûn.

21’ê Tebaxê hêzên me bi çalakiyekî navendekî çeteyên Firqet el-Hemza li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa rûxandin, di encamê de çeteyek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn."