Li Şehbayê metirsiya vîrûsa koronayê û gefa Enqereyê

Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçî Şêrawa û Şehbayê kirin, tevî zehmetiyên koçberiyê û gefa şewbê, her wiha dibin hedefa bombardûmana dewleta Tirk û çeteyên wê.

Dewleta Tirk a dagirker li gel şewba vîrûsa koronayê ya li tevahiya cîhanê belav bûye, êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Şerawayê Evdo Berakat diyar kir ku ew ji aliyekî ve gel li dijî metirsiya vîrûsa koronayê diparêzin, lê li aliyê din jî jî metirsiyeke mezin a ji ber êrişên dewleta Tirk heye.

Berakat anî ziman ku dewleta Tirk û çeteyênw ê bi obus, hawanan êrişî gel dikin û got, "Em ji gel re dibêjin kuli malê bimînin, dernekevin derve. Ne nexweşxaneya me heye ne jî doktorên me. Eger şewb bigihêje vê derê wê encamên xwe giran be. Gel tehdeyê dikişînin, şert û mercên jiyanê giran in, bi nexweşiyê û êrişên dewleta Tirk re wê zehmetir bibe. Divê hinek Erdogan rawestîne. Her roj bombeyan li gundên Şêrawayê dibarîne."

Kemal Ebdo yê Efrînî jî anî ziman ku ew neçar man li gundê Ziyaretê yê Şêrawayê bi cih bibin, şert û mercên koçberiyê giran in, di rewşeke wiha de niha metirsiya şewbê heye û got, "Lê belê tevî van hemûyan dewleta Tirk her roj bi obus û hawanan êriş dike. Divê ev yek ji nedîtî ve neyê."

Enwer Kaxrê yê Efrînî jî bi bîr xist ku ew li dijî zor û zehmetiyên koçberiyê têdikoşşn, lê belê ji ber êrişên dewleta Tirk bi zorê xwe diparêzin.

Hesen ê du sal in li dibisatneke gundê Ehrezê ye got, "Ji xwe şert û mercên me giran in. Li aliyekî nexweşî der bûye. Em 14 malbat in. Nêzî 60-70 kes li dibistanekê ne. Dibistan ji xwe di rewşeke nebaş de ye, di ser re dewleta Tirk bi hawanan êriş dike. Em nizanin êdî li pêşberî van êrişan çi bikin."