Li Şehbayê li dijî tecrîdê meş hate lidarxistin

Li Şehbayê bi hezaran kes tevlî meşê bûn û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Çalakiyên li dijî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.

Bi sedan şêniyên kantonên Efrînê meşeke girseyî li dar xist û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bang kirin.

Meş ji pêşiya nexweşxaneya Avrîn a bajarokê Fafînê ber bi kampa Berxwedan a Şehbayê ve dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan û banga rakirina tecrîdê hatin berzkirin.

Li kampa Berxwedan meşvanan deqeyek rêz girtin. Piştre, endama Kongreya Star Wehîda Xelîl axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike da ku vîna gelê Kurd ê berxwedêr ê ku ji bo azadiya xwe û azadiya rêber Abdullah Ocalan têdikoşe bişkîne.

Wehîda got, gelê Kurd wê teslîm nebe û wê li hemberî hemû êrişan li ber xwe bide.

Endama Meclîsa Jinên Azad a Şehbayê Efwiya Bekir tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên navdewletî û mafên mirovan ên cîhanê kir ku erka xwe bi cih bînin û tecrîdê bi dawî bikin.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê bi dawî bû.