Li Şehbayê ji bo pêngava ‘Dem dema azadiyê’ meşiyan

Bi hezaran Efrîniyên li Şehbaya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, ji bo piştgirîdayîna pêngava KCK'ê ya bi dirûşmeya "Na ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" meşiyan.

Bi hezaran Efrîniyên ku li Şehbayê dijîn, bi meşekê piştgirî dan pêngava Konseya Rêveber a KCK’ê ya “Na ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” ya ku 12’ê Îlonê daye destpêkirin.

Meş ji rêya di navbera Babins-Til Şeîr de dest pê kir, meşvanan wêneyên şehîdan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hildan û pankartên bi diruşmeyên "Na ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" vekirin.

Di meşê de berxwedana gelê Kurd silav kirin û bi dirûşmeyên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin.

Li qada gundê Babins jî mitîng li dar xistin. Di mitîngê de Endamê Komîteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Efrînê Arif Şêxo axivî û got ku ew ê xeyalên dewleta Tirk ên Osmaniyan pûç bikin.

Endama Koordînasyona Konreya Star a kantona Efrînê Newroz Haşim jî banga yekitiyê li gelan kir û got: “Di vê pêvajoyê de pêwîstiya herî mezin, yekîtiya gelê Kurd e. Ji bo em planên Tirkiyeyê pûç bikin pêwîst e em bibin yek.”

Newroz diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ev bi salan e banga yekîtiya Kurdan dike û wiha got, “Ji bo yekitiyê pêwîst e em bibin bersiva pêvajoyê û em li dijî dijmin berxwedana xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan mitîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.