Li Şehbayê esnafan dikanên xwe girtin

Li Şehbayê beriya merasîma 5 şervanên HRE’ê yên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, hemû esnafan dikanên xwe girtin.

Şeniyên Kantona Şehbayê ji bo merasîma şervanên Hêzên Rizgariyê Efrînê (HRE) Zeîm Reşo (Xelîl Cindirês), Şiyar Silêman (Çayan Efrîn), Ebdulah Îsa (Brusk Efrîn), Mihemed Hisên (Dilsoz Şêrawa) û Mistefa Mistefa (Baran Efrîn) yên ku 20ʹê Mijdarê di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Efrînê şehîd bûn, dikanên xwe girtin.

Merasîm wê li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê were lidarxistin.