Li Şehbayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin
Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.
Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, xelkê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê daketin qadan.
Li Şehbayê bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê li çarxerêya navçeya Ehdas kom bûn û ber bi Parka 4'ê Nîsanê ve ketin rê.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê desteya perwerdeyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Zelox Bekir axivî.
Zelox Bekir di destpêka axaftina xwe de Gerîlayên Azadiyê silav kir û wiha got: “Dagikeriya Tikriyeyê bi hemû hovîtiya xwe li pêşiya çavên civaka navdewletî şerê me dike. Ji bo me ji bilî berxwedanê ti rêyeke din nîne.”
Meş bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana Zapê û Rojava” bi dawî bû.