Li Şehbayê Efrînî bajarên çadirî ava dikin

Efrîniyên ku piştî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê El Qaîde, DAÎŞ û Nusra çûne Kantona Şebhbayê li  herêmê bajarên çadirî ava dikin.

Piştî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi sed hezaran sivîlên ku neçar man biçin herêma Şehbayê, di nav şertên giran de qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê didomînin. Bi sed hezaran mirov li malên mayinkirî, li kuçe, hewşan û di nav wesayiyan de dijîn.

Piştî ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan ên bi ser Efrînê de Efrînî tenê bi kincên ser xwe ji Efrînê derketin û mal û kargehên Efrîniyan ji hêla artêşa  Tirk û çeteyên wan ve hatin talankirin. Lê Efrîniyan li Kantona Şehbayê dîsa hewl didin ku rêxistiniya xwe bikin û xwe ji berxwedanê re hazir dikin. Rêveberiya Kantona Şehbayê û Efrînê di navbera bajarokê Fafinê û Wehşiyê de, bi derfetên xwe ji bo Efrîniyên ku ji malên xwe derketine bajarê çadirî ava dikin.

Welatiyê Efrînî  Arîf Emîn dibêje piştî ku ji ber sedema êrîşên qirker ên dewleta Tirk ew ji Efrînê derketin, li herêma Şehbayê ji bilî herêmên Şehba, Cizîrê û Kobanê kesî alîkarî bi wan re nekiriye û di navbera herêma Fafînê û gundê Wehşiyê de wan bajarekî çadirî ava kiriye. Emîn got gelê Efrînê nedixwest ku xaka xwe berde û li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê ‘’Piştî 6 mehan an jî salekê em ê biçine Efrînê. Em Efrînê ji dewleta Tirk re nahêlin.’’

Faysal Ebdo jî dibêje gel li kuçeyan bi şertê dijwar dijî û bi çadirên ku Rêxistina Alîkariyê ya Rojava ji wan re şandî li herêmê bajarekî çadirî ava kirine û wiha domand: ‘’Heta niha nêzî 1000 kon ji bo me şandin. Rêveberên me jî ev herêm hilbijartin. Li vir bi hev re em bajarekî çadirî ava dikin.’’

Xoşnav Osman jî got Efrînî wê heq ji her cure zehmetiyan derkevin û got dewleta Tirk bi êrîşa ser wan xwestiye ku têkiliya wan a civakî xira bike û wan tertûbelav bike û domand: ‘’Lê em ê li vir bimînin û ji bo ku em li Efrînê vegerin em ê haziriyan bikin. Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wan ji Efrînê derketin em ê vegerin ser xaka xwe.’’

Neteweyên Yekbûyî ku li bara êrîşên deweta Tirk û çeteyên wê bêdengiya xwe didomîne heta niha ti alîkarî ji gelê Efrînê re neşandiye.

Dewleta Tirk li Efrînê bi sedan mirov kuşt û birîndar kir, her wiha guh neda biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî, bi sed hezaran mirov ji warê wan kir, mal û milkê wan talan kir lê li gel vê jî NY xwe kerr kiriye û li gel ku El Kaîde, DAÎŞ, Nusra ku di lîsteya terorê de ne jî û dewleta Tirk wan li Efrînê bi cih dike jî heta niha gaveke berbiçav neavêtiye.