Li Şehbayê cenazeyê du şehîdan hate veşartin
Bi sedan welatiyên Efrîn û Şehbaeyê cenazeyê şervanên YPG’ê Têkoşer Efrîn û Tolhildan Efrîn bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şehbayê veşartin.
Bi sedan welatiyên Efrîn û Şehbaeyê cenazeyê şervanên YPG’ê Têkoşer Efrîn û Tolhildan Efrîn bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şehbayê veşartin.
Bi sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê li hev civiyan, cenazeyê şervanên YPG’ê Têkoşer Efrîn û Tolhildan Efrîn ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Şehbayê ve ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyêk rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Hisên Dêrik, endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Fatma Lekto û endamê Meclîsa Kantona Şehbayê Mihemed Welo axivîn û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin.
Qisekeran diyar kirin ku şehîd bingeha biratiya gelan jiyana hevbeş e û wiha gotin; “Têkoşîna şervanan gelê herêmê ji zilmê rizgar kir. Berxwedana gel li kampên berxwedanê wê bidome. Efrîn wê ji dewleta Tirk a dagirker were rizgarkirin.”
Malbatên her du şehîdan jî axivîn diyar kirin ku ew bi şehadatê zarokên xwe ku teslîmkarî û bindestî red kirin û li şûna tevahî cîhanê şer kirin, serbilind in.
Piştre nasnameya şehadetê ya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê herdu şehîdan li goristanê veşartin.