Li Şehbayê bi mayina DAÎŞ'ê du zarok birîndar bûn

Li herêma Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê mayineke ku ji çeteyên DAÎŞ'ê mayî teqiya û du zarok birîndar bûn.

Li gorî saloxan li Şehbayê li gundê Til Şiîrê mayinek teqiya. Tê gotin mayin ji çeteyên DAÎŞ'ê maye, ku dema herêm dagir kiribûn.

Bi teqînê du zarok birîndar bûn. Diyar bû ku herd zarokên bi navê Şahî Menan Evdilrehman (14) û Yehha Hisên (11) ji Efrînê ne ku ji ber sedema dagirkeriya Tirk ji bêgavî koçî Şehbayê kiribûn.

Zarokn li Nexweşxaneya Avrînê hatine razandin, hate gotin rewşa zarokan ber bi başbûnê ve diçe.