Li Şehbayê berxwedana bi sed hezara kesan a li hemberî êrîş û ambargoyan...

Bi sed hezaran Efrînî ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa xwe bûne penaber. Ji aliyekî ve dewleta Tirk û çeteyên wan êrîş dikin û li aliyê din ve jî rejîma Sûriyeyê ambargoyê datîne ser wan.

Di Adara 2018’an de ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi sed hezaran gelê Efrînî neçar man ku ji axa xwe derkevin û biçin Şehba û Şerewayê.

Herêma Şehbayê ya ku Efrîniyan xwe spartiye wê di sala 2016’an de ji ber dagirkeriya El Nusra û çeteyên DAÎŞ’ê jî şerekî giran lê pêk hatibû. Beşeke zêde ya navçe û gundan hatibû hilweşandin, beşeke zêde ya malan jî rûxiyabûn. Li gelek malan hê mayînên DAÎŞ’ê hene.

Bi sed hezaran gelê Efrînî di serî de ji neçarî li van gundan bi cih bûn. Gelê Efrînê li herêma Şehbayê ligel dijwariyan dev ji têkoşînê bernedan û pergala xwe ya komunal a demokratîk ava kirin.

Gelê Efrînê ji xeynî gelek gundan û navçeyê, li kampên konan dijîn ên ku bi piştgiriya Rêveberiya Xweser û gelê Bakurê Sûriyeyê hatine avakirin.

Li herêma Şehbayê 20 hezar malbat û herî kêm 100 hezar koçberên ji Efrînê dijîn. Li Şerewayê jî bi giştî 411 hezar gelê Efrînê dijîn.

Hevseroka Meclîsa Giştî ya Efrînê Mihemme Neso derbarê penaberên li Şehbayê ji ANF’ê re axivî.

Mihemme Neso got ku “Gelê Efrînê piştî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk, piştî berxwedana 58 rojan ji neçarî ji axa xwe koç kirin û derbasî Şehbayê bûn. Me nedixwest em ji Şehbayê bi dûr bikevin. Şehba jî nêzî Efrînê ye. Jixwe ev ax jî ji aliyê zarokên me hatibû rizgarkirin. Lê gelek ji axa xwe derkeve, rewşeke gelekî giran e. Piştî ku gelê me koçî vê derê kir, rastî dijwariyên mezin hat. Gelê me nekarîn rahêlin tiştekî jî. Bi sedan gelê me li derve li ser axê radizan. Qada Şehbayê jî herêmeke şer bû û bi qasî heft salan vala bû. Hemû avahî hatibûn rûxandin, li hin malan mayînên DAÎŞ’ê hê hene.

Gel di serî de ew mal paqij kir û tê de cih dibûn. Carinan 5-6 mal di xaniyekî de diman. Zivistan bû û dinya gelekî sar bû. Ji neçarî xwe spartibûn wê derê. Ji ber mayînên li van malan, gelek zarok mirin. Li vê derê ne ava vexwarinê û ne jî tiştekî xwarinê hebû. Gelê me yê welatparêz û meclîsên me ketin nav hewldanan. Divê me gel dîsa bianiya ba hev û vê travmaya şer ji ser wan biavêta. Bi lez komun hatin avakirin û bi vî awayî gel karî wê psîkolojîya şer ji ser xwe biavêje. Di hemû civînan de gel bi tenê pirsek dipirsî, em ê çawa tola zarokên xwe hilînin? Gel diyar dikir ku ew ê tu carî dev ji tolhildanê bernedin.

127 KOMUN HATIN AVAKIRIN

Neso diyar kir ku ji bo tiştên li Efrînê pêk hatiye, careke din dubare nebe ew 24 saetan li ser esasê xweparastinê dixebitin û got ku “80 ji sedê komunan hate avakirin û piştre jî meclîs hatin avakirin. Niha 127 komunên me hene. Di nav meclîsê de jî 10 komîte hene. Ev komîte li gorî pêdiviyan hatine amadekirin. Komîteyên şaredarî, perwerdehî, ewlekarî jî di nav de, komîteyên ji bo pêdiviyên gel hatine amadekirin. Komîteya ewlekariyê bi cîddîyeke mezin dixebite.

ALÎKARIYÊN JI DERVE KÊM E

Di serî de çend rêxistinên sivîl ên alîkariyê hat. Lê alîkariya van jî ji bo tendirustiyê bû û çû çend gundan. 2,3 gund diyar kirin û bi tenê çûn wan deran.

Niha li Şehbayê dora me hatiye girtin. Li sê aliyên em dewleta Tirk û çeteyên wan hene. Her roj li herêma me êrîş tên kirin. Her roj hawanan diavêjin ser me. Li Til Rifat, Aqibe, Meyase, Sixûneke, Ziyaretê êrîş tê kirin.”

REJÎMA SÛRIYEYÊ JÎ AMBARGOYÊ DIKE

Neso diyar kir ku rejîma Sûriyeyê jî li ser wan ambargoyeke giran dike û ji ber gumrikê gel gelekî ditengije. Neso got ku “Tişta ku herî zêde me ditengijîne, ambargoya rejîma Sûriyeyê û gumrika ji ber alîkariyan e.  Li vê derê gaz, mazot û derman ji me re lazim e. Rejîmê li ser rêyên Heleb û Cizîrê bendên kontrolê daniye û ji van alîkariyan gumrikê distîne. Bi taybetî di warê dermanan de em ditengijin. Gelê me yê li Cizîrê ji bo Şehbayê bi tonan derman kom kir lê rejîmê bi mehan ev derman li Deriyê Minbîcê da sekinandin û maweya bikaranîna dermanan derbas bû. Dema bazirgan ji Helebê fêkiyan tîne dîsa heman kêşe hene. Ew jî ji neçarî heqê gumrikê didin. Li vê derê her tişt gelekî biha ye. Li Helebê tiştek bi 100 lîra be, li vê derê 200 lîra ye.

Em jî hemwelatiyên Sûriyeyê ne. Sûriye berpirsyarê vî tiştî ye. Herî zêde ev gel ji bo yekîtiya Sûriyeyê şer kir. Zarokên gelê Kurd heft salan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û DAÎŞ têk birin. Lê rejîm dixwaze me ji hev parçe bike.”