Li Şedadê û Kobanê şehîd hatin veşartin

Şervanên ku şehîd bûne li Kobanê û Şedadê bi merasîmên bi heybet hatin veşartin.

Cenazeyê Şehîd Ehmed El Demhaş (Hemze) ê ji Saziya Malbata Şehîdan a Hesekê hate girtin li Şedadê bi merasîmekê hate veşartin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên QSD’ê ve destpê kir.

Di merasîmê de Hevserokê Saziya Mablata Şehîdan Nacî El Nîcûm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Endama Saziya Malbata Şehîdan Ayat El Îbrahîm nasnameya şehîd xwed û radestî malbatê kir. Cenazeyê Şehîd bi dirûşman hate veşarti.

KOBANÊ

Li Kobanê jî cenazeyê şervanê QSD’ê Ferhat El Elî (Ebû Besam) ê li Kobanê li ser erka xwe bû şehîd ket, bi merasîmekê hate veşartin.

Cenaze li Goristana Şehîd Dicle hate veşartin.