Li Şedadê ji ber teqînê zarokek mir
Li navçeya Şedadê ya Hesekê di encama teqîna mososîkleta bombebarkirî de 4 kes birîndar bûbûn, ji birîndaran zarokek mir.
Li navçeya Şedadê ya Hesekê di encama teqîna mososîkleta bombebarkirî de 4 kes birîndar bûbûn, ji birîndaran zarokek mir.
Li Şedadê di êrîşa bi motosîkleta bombebarkirî de zarokekî 13 salî mir û şervanekî QSD’ê jî di nav de 3 kes birîndar bûn.
Li navçeya Şedadê ya Hesekê bi motosîkleteke bombebarkirî êrîşek pêk hat. Teqîn li ser rêya giştî çêbû, di encamê de zarokê 13 salî Harîs Hesen El-Hesanî mir û 2 sivîl û şervanekî QSD’ê birîndar bû.
Birîndar li nexweşxaneya Hesekê tên derman kirin.