Li Şedadê êrîşa bombeyî: 4 kes birîndar bûn
Li navçeya Şedadê ya ku dikeve başûrê Hesekê di encama teqîna motosîkleteke bombebarkirî 4 kes birîndar bûn.
Li navçeya Şedadê ya ku dikeve başûrê Hesekê di encama teqîna motosîkleteke bombebarkirî 4 kes birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên Hêzên Ewlehiya Navxweyî teqîn li ser rêya giştî ya Şedadê pêk hat.
Di encama teqîna motosîkleta bombebarkirî de 3 sivîl û şervanekî QSD’ê birîndar bûn. Hate ragihandin birîndar rakirine nexweşxaneyê û rewşa duyan giran e. Hêzên Ewlehiya Navxweyî li herêmê dest bi lêkolinê kirin.