Li Şedadê 4 şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin

Welatiyên Şedadê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê veşartin.

Bi hezaran welatiyên Şedadê cenazeyê şervanên QSD’ê Ewad El-Hac (Hekmo), Esed El-Îsa (Nemir), Cemal Tirkî (Hemza) û Omer Ebdullah (Hesen) ku Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji  Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan li bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdên Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê YPG’ê Fermandar Hac Sayil û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Zehra Elî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û wiha hate gotin; “Şehîd ji bo azadiyê canê xwe feda dikin. Bi saya wan me dikaribû gelek herêman rizgar bikin, ne ji wan bûya em niha ne li vir bûn."

Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Gel cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşart.