Li Şamê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Bi sedan Kurdên li paytexta Sûriyê Şamê dijîn bi coşeke mezin Newroza Azadiyê ya 2022’an pîroz kirin.

Bi sedan kurdên li Şamê Newroz li stada Feyha ya Meşrû Dumer pîroz kir.

Destpêkê agirê Newrozê ji aliyê dayika şehîd Rodî Ihsana Remedan, dayika şehîd Cîhad Hedayet Omer, dayika şehîd Seydo Refîq Mewlûda Mihmed û dayika şehîd Welat Zînat Hesen ve hate pêxistin.

Paşê bi navê PYD`ê Mezlûm Yûsif axivî, Newroz pîroz kir û diyar kir ku Newroza 2022`an wê bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Abdullah axivî û got: "Ji bo parastina rûmeta Sûriyê û jiyana hevbeş me ciwanên xwe dan. Em hevkarên vî welatî ne weke ku em parêzvanên wî ne. Ev welat ji her kesî re ye, berprsiyariya her kesî ye û têra her kesî dike."

Her wiha peyama Kongra Star ji aliyê Mizgîn Yûsif ve hate xwendin û têde wiha hate gotin: "Agirê Newrozê hate pêxistin û tunekirina zilm, koletî û dêktatorî di kesayeta Dehak de ragihand da ku nirxên mirovî yê Kawayê Hesinkar di azadî, wekhevî, jiyana hevbeş û hevgirtinê de şûna wan bigre."

Di berdewamiya peyamê de ev tişt hate gotin: "Ev nirx armancên têkoşîna jina azad e. Ji ber wê jî em dibînin ku jin a ku herî zêde li derdora Newrozê kom dibe da ku agirê wî di nava dîrokê de pêxistî bimîne bi taybet jinên Kurd û Tevgera Rizgarkiriya Jinên Kurdistanê. Mîratê wê û bi hezeran şehîd hene ku ji bo pêkanîna wateya Newrozê canê xwe feda kirin mîna Rehşan, Zekiya, Barîn, Avesta û Zehra."

Her wiha hate destnîşankirin ku îro jinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana xwe ji lehengiya Kawa, Mezlûm Dogan digrin û ji cîhanê re îsbat kir ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û bi pêşengtiya wê terora DAIŞ`ê hate têkbirin.

Kongra Star di peyama xwe de bang li hêzên parêzvanên yekitiya Sûriyê û gelê wê kir ku bi hemû derfetên xwe bixebite da ku aştiyê pêk bîne, çareseriyeke aştiyane bibînin. Her wiha bang li hemû jinan kir ku xwe bi rêxistin bikin da ku wateyên Newrozê pêk bîne, zilm û koletiyê tune bike û bi vê yekê destkeftiyên şoreşa jinê, mîratê şehîdan biparêze û mafên jinan di destûra Sûriya pêşerojê de, misoger bike.

Paşê dîlan ji aliyê komên şehîd Serhed (Mezin, ciwan û zarokan) ve hate pêşkêşkirin. Hunermend Hisên Xanê, Omer Ebdê, Şîlan Ereb, Xerîb Abdullah û Hesen Dêrik stran.

Li ber stranan govend hatin gerandin.