Li Îdlîbê şer, rayedarên Tirk gefan dixwe

Li rojavayê Helebê û li rojhilatê Îdlîbê şerê di navbera çeteyan û rejîmê de didome. Artêşa Tirk sewqiyata xwe ya ber bi herêmê ve didomîne.

Li rojavayê Helebê û li rojhilatê Îdlîbê şerê di navbera çeteyên ku dewleta Tirk alîkariyê dide wan û rejîmê Sûriyeyê didome. Artêşa Tirk sewqiyata xwe ya ber bi herêmê ve didomîne.

Dewleta Tirk tank, top û obusan dide çeteyan û piştgiriya wan dike.

Duh jî helîkoptereke artêşa Sûriyeyê hatibû xistin û rejîma Sûriyeyê tankeke artêşa Tirk îmha kiribû.

Artêşa Tirk sewqiyata leşkerî ya ber bi Îdlîbê didomîne. Duh jî bi qasî 80 wesayît ji Reyhanliya Hatayê çûn Îdlîbê.

Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû diyar kir ku li ser meseleya Îdlîbê wê heyetek biçe Rûsyayê û got ku “Heke dîplomasî pêk neyê, ew ê gavên pêwist were avêtin.”