Li Çilaxayê şehîd hatin bibîranîn

Li navçeya Çilaxa ya Qamişloyê 36 şehîdên mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan û Gulanê hatin bibîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ji bo bîranîna 36 şehîdên ku di mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan û Gulanê de şehîd bûbûn, li Navenda Çandê ya navçeyê merasîma bîranînê li dar xist.

Tevî endamên saziyên civaka sivîl, PYD, Kongra Star, nûnerên meclisên leşkerî û malbatên şehîdan, gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de malbatên şehîdan mûm li ber wêneyên şehîdan pêxistin û wesîqeyên 36 şehîdan hatin xwendin.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Ehmed Îsa axivî û bal kişand ser rola şehîdan di parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de. Îsa soza şopandina rêya şehîdan da û banga xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan û hevgirtina li gorî xeta neteweya demokratîk kir.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.