Li 5 taxên Reqayê şerekî giran diqewime

Di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de li 5 taxên bajêr şerekî giran diqewime. Ji duh bi şev û vir ve 11 çete hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi rengekî serketî dewam dike. Li navenda bajêr, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Şervanên QSD'ê derbên giran li çeteyandixin.

Li taxên Nehda, Hena, Taxa Huriye (taxa azadî), Taxa Kurdan û taxa Emîn, şerekî giran rû dide. Di encamê de, ji duh bi şev û vir ve 11 çeteyên ADIŞ'ê hatine kuştin. Cenazeyên hemû çeteyên  hatin kuştin, ketin destê şervanan.

Di vî şerî de şervanekî QSD'ê şehîd bû û 2 şervan birîndar bûn.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê roja 6'ê Hezîranê ji aliyê hêzên QSD'ê ve dest pê kir û bi rengekî serketî û plankirî dewam dike.