Operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê di roja 12'an de li herdu baskan bi şerê li 4 taxan berdewam dike.
Li taxa Battanî ya rojhilat ji şevê din heta ber destê vê sibehê şerê dijwar rûda. Tê gotin ku di vî şerî de gelek çete hatine kuştin, lê diyar nebûye bê ka çend kes hatine kuştin. Şervaneke YPJ'ê di vî şerî de şehîd bû.
Baskê ku ji rojavayê Reqayê pêş dikeve ji duh nîvro ve li taxa El-Berîd ketiye nava şerekî giran. Di şerê navbera çeteyên DAIŞ û şervanên QSD'ê de herî kêm 38 çete hatine kuştin. Çeteyên ku derbên giran xwarin xwestin ku bi 2 maşîne û 2 motosikletên bombebarkirî êrîşî çeperên şervanan bike. Şervanan derfet neda çeteyan û herdu maşîne û herdu motosikletên bombebarkirî beriya ku bigihêjin hedefa xwe îmha kirin.
Li heman taxê şervanan 2 kargehên çêkirina maşîneyên bombebarkirî tesbît kirin û piştî tedbîrên pêwîst herdu kargeh jî îmha kirin.
Di şerê şevê din a li taxa El Berîd de 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn.
Baskê rojava li taxa Hattîn jî pêşdeçûna xwe dewam kir. Şervanan eniya şer fireh kirin û seetên sibehê ketin taxa Qedîsiyê.
Di van kêliyan de şervan li taxên El Berîd, Hattîn û Qedîsiyê yên rojavayê Reqayê şer dikin û bi pêş ve diçin.