Leyla Waşûkanî: Azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya jin û civakê ye

Fermandarên YPJ’ê Leyla Waşûkanî bi wesîleya 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe mezintir bikin û got, “Azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya jin û civakê ye.”

Yek jî fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Leyla Waşûkanî derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji ANF’ê re nirxandin kir. Fermandara YPJ’ê Leyla Waşûkanî, di serî de hemû jinên dilêr û giranbiha, bi rêz û minetdarî bibîr anî û bi wesîleya 8’ê Adarê ev tişt anî ziman, “Ew 129 jinên têkoşer, ji bo me û tevahî jinên cîhanê bûn mîrateya dîrokî ya têkoşînê. Tevgera jinên Kurd li ser berhema têkoşîna wan dest bi xwe rêxistin kirinê kirin û gihaştin asta herî jor a pêşengtiya civakê.”

‘DIVÊ TEQEZ EM 24 SAETAN BÊNAVBER JI BO AZADIYA XWE TÊBIKOŞIN’

Leyla Weşûkanî got, “Em weke tevgera jinên Kurd têkoşîna jinên kedkar û pêşengtiya wan a li bajarê New Yorkê, ji bo xwe ferman dizanin û têkoşîna xwe li ser wê bingehê bilind dikin û roj bi roj nêzî serkeftinê dibin. Di nava kargehek dirûnê de komek jinên kedkar, ji bo mafê xwe dest bi protesto kirin û di berdêla wê de canê xwe kirin qurban. Lê îro jî em dibînin ku tevgerên jinan gihaştine asta herî jor a kar, xebat û pêşengtiyê. Bê guman xebat û têkoşîna jinan a heyî ne têrkere, lê berhema heyî, bûye wek kelemekî di qirika pergalê de nefes lê çikandiye.”

Waşûkanî, da zanîn ku têkoşîna azadiya jin her çendî gihiştibe asteke bilind jî, hêj li pêşiya wê rêyeke dûv û dirêj heye û wiha dom kir, “Ji xwe Rêber Apo jî balkişandiye ser wê yekê û wiha aniye zıman; ‘Tevgera jinan, hîna di nîvê rê de ye û belkî dawiya vê riyê nebe jî…" Rêber Apo bi rêbazên xwe yên perwerde û rexnekirinê, dihişt ku em bikevin nava lêhûrbûnê. Dixwest ku em xwe bi xwe nakokiyan bijîn û bibin hêza çareseriyê. Wek jin zanebûn û famkirina pirsgirêkên xwe jî rengek ji rengê azadiyê ye. Ger ku mirov xwe nasbike û di têkoşîna xwe de xurt be, dikare aktîf bixebite. Ji jinan teqez pêşengî tê xwestin û divê jin ji xwe bawer be. Jin xwedî hêzek pir mezin e,  pêwîste bi xwe, wê hêza xwe bibîne û jê bawer be. Teqez divê em 24 saetan bênavber ji bo azadiya xwe têbikoşin. Ger ku têkoşîna me ya azadiyê raweste wê koletiyek hîn xerabtir, pêk were. Nexwe divê em qet xwe ji bîr ve nekin û têkoşîna xwe berdewam bikin. 

'TÊKOŞÎNA JINAN DI ALIYÊ RAMAN DE YEKBÛNEKE XURT AVAKIRINE’  

Mijara azadiyê pir zelale û pêwîste em qet nebêjin ku azadî heyanî vê astê ye û xwe îhmal nekin. Teqez divê em zanibin ku heyanî bindestî hebin, wê serdest jî hebin. Niha li vir tişta ku ji bo jinan girîng ew e ku xwe ji rewşa bindestbûnê derxînin û ew jî teqez bi têkoşînek bê rawestan û bê sîınor wê were pêk anîn. Bi rastî têkoşîna jinên cîhanê gihaştiye lutkeyê, bi taybetî jî bi dirûşmeya “JIN JIYAN AZADΔ re gihaştiye serdemeke pir pêş ketî. Bi taybetî di hêla fikir û raman de yekbûnek pir xurt daye çêkirin. Ji xwe bi bûyera herî dawiyê re ku keça ciwan a Kurd li Îranê bi destê zebeniyên ber deriyê dojehê hate qetilkirin. Bi qetilkirina jina ciwan a bi navê Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gel bi girseyî protesto kirin û ew protesto veguheriya serhildana gelan. Serhildanên li Îranê îlhama xwe da tevahî cîhanê û bû malê tevahî jinan û mirovahiyê.”

‘AZADIYA JINÊ AZADIYA WELAT E’

Fermandara YPJ’ê Leyla Weşûkanî, da zanîn ku dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bingeha xwe ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire û wiha berdewam kir, “Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku beriya çend salan ji hêla Rêber Apo ve hatibû gotin, careke din xwe zindî kir û bû malê tevahî civakê. Rêberê gelê Kurd her li ser mijara jin û civakê sekiniye û stratîjîk girtiye dest û gotiye ‘pirsgirêkên sereke jin û civake. Pergal xwe li ser van herdû hebûnan dide jiyan kirin.’ Di heman demê de Rêbertî ji bo sedsala 21’emîn jî got ku “Sedsala Jinê” ye. 5 Hezar sal di ser koletiya jinê re derbas bû, ji xwe di şexsê jinê de civak jî hatiye kole kirin. Heyanî mejî û hestiyê xwe koletiyê jiyan dike. Ev tesbît û perspektîfên Rêbertî, xwedî girîngiyek jiyaniye û teqez divê em serê xwe li ser wan biêşînin û fambikin. Ger ku me famkir em ê pêk jî bînin û encamên pir xurt bigirin dest.   

Ji bo ku em layiqî keda mezin a Rêber Apo derkevin divê asta têkoşîna me deh qat ji ya berê zêdetir be û em li hemberî wê keda mezin û bêhempa 24 saetan bixebitin. Bi rastî hurmet, qîmet dayîn û hezkirina me ya ji Rêber Apo re, tenê bi xwendin, famkirin û avakirina kesayeta xwe di felsefeya Rêber Apo de ji nû ve, pêkan e. Daxwaz û hêviyên Rêbertî jî ew e ku wek jin bibin xwedî hêz û baweriya bîrdozî. Ji bo ku em pergala desthilatdar hilweşînin û li şûna wê pergala hemdemî ya Rêber Apo rê û resma wê daye ava kirin pêkbînin. Ew jî pergala konfederalizma demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye. Di bîrdoziya Rêber Apo de azadiya jinê azadiya welate û azadiya welat azadiya jinê ye li ser van bingehan em hatin perwerde kirin û me dest bi têkoşînê kir.”

‘ŞOREŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ, ŞOREŞA JINÊ YE’

Fermandara YPJ’ê Leyla Waşûkanî, diyar kir ku ew mîna hêzên YPJ’ê hêz û îlhamê ji jinên têkoşer û şoreşger dewir girtine û wiha got, “Bê guman wê berdewam jî bike û roj bi roj wê hîn bi hêztir bibe û ala serkeftinê bilind bike. Em weke YPJ’ê li ser ezmûna şoreşên jinên cîhanê û Kurdistanê bi rêketin û me têkoşîna xwe destpê kir. Di encama pêşengî û qehremaniya jinên dîlawer, Rêber Apo wiha nav li şoreşa Rojava kir û got ‘Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jinê ye.’ Em jî di nava hewldana ku em layiqî şirove û nav lêkirina ku Rêbertî li me kiriye derkevin û bibin bersiv ji demê re. Bi rênîşandan û perspektîfên Rêbertî me têkoşîna xwe bi ked û lehengiya jinên canfeda û qehreman tevî kêm kurtasî û derfetên kêm, şehîdên mîna Arîn, Zehra, Avesta, Rêvan, Barîn û Rûsyaran destanên lehengiyê nivîsandin.  

Hêza Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê ji hemû cîhanê re îsbat kir ku hêza jina têkoşer û azadîxwaz bi rêxistinbûna xwe li hemberî hêza herî hov û tundrew a DAÎŞ’ê bi serketin û ala serkeftinê bilind kirin. YPJ’ê bawerî û hurmet qezenc kir û îsbat kir ku dema jin baweriyê bi xwe bîne dikare serkeftinên pir mezin bi dest bixe. 8’ê Adarê ji bo me weke YPJ’ê roja têkoşîn û cenga azadiyê ye. Em 8’ê Adarê wek cejna jinan tenê nagirin dest û di hişmendiya me de weke rojek civakiye û roja hemû mirovên ku keda wan tê xwarine. Bi rastî ev roj roja hevgirtin, rêxistin kirin û têkoşîna hemû beşên civakê ye. Di rojek wiha de zemînek pir xurte ku jin- civak xwe li dijî pergala sermayedar bi rêxistin bikin. Hêdî dem hatiye ku serî li hemberî pergala zalim û kedxwar rakin û bibêjin ‘NA’. Her çiqasî 1’ê Gulanê wek roja berxwedana çîna cotkar û karkiriran hatiye qebûl kirin jî, lê teqez roja karkeran a cîhanê 8’ê Adarê ye. Ji xwe di 1’ê Gulanê de jî, jinan pêşengtî ji şoreşê re kiriye û mêran bi îlhama têkoşîna 8’ê Adarê, şoreşa karkiran lidar xistine. Bi serhildana û têkoşîna jin û mêran şoreşa sosyalizmê bi encam bûye.   

’8’Ê ADARÊ ROJA HEVGIRTIN Û BERXWEDANA CIVAKÊ YE’

Fermandara YPJ’ê, diyar kir ku divê 8’ê Adarê li hemû beşên civakê jî bê pîroz kirin û wiha dirêjî da gotina xwe, “Ev roj roja hevgirtin û berxwedana civakê ye. Bi pêşengtiya jinên dilêr û çalakvan ev roj hatiye qezenc kirin û cîhanî bûye. Di heman demê de pêwîste careke din civak bi pêşengtiya jinan xwe li hemberî pergala sermayedar, bi rêxistin bike û têkoşîna xwe bigihîne lutkeyê. Rêber Apo rol û mîsyona pêşengtiya sedsala 21’emîn da jinan. Jin jî wê careke din wek sedsala 18’an xwe bi rêxistin bikin û pêşengtiya çîna karker û xizanan bikin.  

Têkoşîna jin û civakê ya sedsala 21’emîn wê li hemberî hişmendiya çînayetî û desthilatdariya mêrê serwer û mijokdar ê çîna jorîn be. Rêber Apo di mijarê çînan de wiha dibêje ‘Hişmendiya mêrê serwer, bi çêkirina çînan xwe li ser jin û çîna jêrîn daye sepandin û 5 hezar sale ku wiha desthilatdariya xwe berdewam kiriye. Teqez em li hemberî hişmendiya çînayetî ferq û cûdatiya di navbera zayend, ol, nijad, mezheb û renga de ne. Mirov hemû weke hev in û pêwîst e di nava ahangiyê de bijîn, em hemû rengên serdestiyan red dikin û li hemberî wan têkoşîn dikin.’ Em ji Rêber Apo hînbûn ku mirov hemû wekhev in û ji derveyî xwesertiya wan tu kesek di ser kesê din re tuneye.   

Em bi biryarin ku ferq û cudatiya di navbera mirovan de rakin û pergala baviksalarî a ku pergala sermayedar nûnertiya wê ya dawiyê dike teqez bi vîna jin û civaka azad, em ê pergala wan hilweşînin. Pêwîste civak hemû bikeve giraniya wateya vê rojê û li hemberî pergala desthilatdar çalak bibe. Ji  bo ku em pergala serwer bi temamî hilweşînin, weke Yekîneyên Parastina Jin ên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê YPJ’ê: Têkoşîn û berxwedana jinên kedkar a 8’ê Adarê; ji bo xwe çavkaniya îlham û îsrara di têkoşînê de dizanin û ji niha û pê ve wê têkoşîna me pileya xwe bilind bike û bigihîne hemû jinên cîhanê. Em dixwazin layiqî wê mîrateyê derkevin û jê re bibin bersiv. Berxwedan û têkoşîna jinên serhildêr a 8’ê Adarê ji bo me rêgez û rûmeta jiyanê ye.” 

BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN HAT KIRIN  

Fermandara YPJ’ê Leyla Waşûkanî di dawiyê de ev peyam da, “Em roja jinên kedker ên cîhanê bi hurmet û minetdarî bibîr tînin û soza ku me ji Rêber Apo û tevahî şehîdan re daye em ê pêk bînin. Em ê pergala desthilatdar bidawî bikin û di berdêla wê de pergala civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ava bikin. Di rojek weke roja îro bi wate de careke din em soza xwe ji tevahî şehîdan û jin û civakê re nû dikin û dibêjin em ê tola şehîdan rakin û layiqî keda Rêber Apo, jinan û civaka azadîxwaz derkevin. Bi hêviya ku em sala bê, bi serkeftinên hîn mezintir û têkoşînek hîn xurtir pêşwazî bikin. Bi mebesta vê rojê careke din ez bangewaziya xwe li tevahî jinan û civaka azadîxwaz dikim û dibêjim werin em hemû bi hevre ji bo azadiya Rêber Apo pêşengê mirovahiyê xwedî derkevin û ji bo azadiya wî ya fizîkî seferber bibin.   

Teqez divê em azadiyê Rêber Apo weke azadiya xwe bibînin û bi azad kirina Rêber Abdulah Ocalan re pergala desthilatdar têk bibin. Ji bo wê hewceye em hemû jin û civak bi hev re têkoşîna azadiyê bilind bikin. Careke din em dibêjin teqez pêwîste em vê salê bikin sala bilind kirina têkoşîna azadiya jin û civakê. Bi mebesta salvegera bîranîna 8’ê Adarê careke din ez cejna hemû jinan pîroz dikim û dibêjim ev roj roja berxwedan û serhildanê ye, roja têkoşîn û hevgirtina jin û civakê ye. Careke din ez bang li tevahî rêxistin û tevgerên jinan û civaka medenî dikim û dibêjim: Werin em tev bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin û cardin di nava wekhevî û azadiyê de bijîn.”