BI DÎMEN

Leyla Îbiş: Bi siyaseta dorpêç û êrîşan re dixwazin herêman vala bikin

Endama komîteya Perwerdê a Kongra Star Leyla Îbiş, diyar kir ku rewşa dorpêç û şer herî bêhtir bandor li jin û zarokan dike û got, şêniyên Efrînê bi hêviya vegera warên xwe bi israrek mezin li ber xwe didin.

Şêniyên Efrînê yek ji gelên herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ne ku bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re herikîn qadan û rêya xwe a têkoşînê hilbijartin û li dijî sîstemên ku li ser wan dihate meşandin, serî hildan. Di nava şoreşê de bi îradeyeke xurt û israreke mezin têkoşîna xwe berdewam kirin û di encama têkoşîna wan de, destkeftiyên mezin hatin bi dest xistin. Her wiha di sala 2014'an de li Efrînê Rêveberiya xweser hate îlankirin û yek ji wan destkeftiyan bû ku yekemîn car sîstema Hevserokatî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Efrînê pêş ket.

ARMANC PARASTINA XAKA SÛRIYEYÊ Û YEKÎTIYA WÊ BÛ

Her wiha, yek ji armancên şêniyên Efrînê a sereke parastina xaka Sûriyê û yekîtiya wê bû. Li aliyê din, bi îlankirina Rêverberiya xweser re, pergala xweparastinê ên di bin navê Yekîneyên parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin birêxistin kirin. Ji bo wê Efrîn yek ji herêmên herî ewleh ên Sûriyeyê dihate naskirin û koçberên herêmên Sûriyê ji her derê şer û pevçûn lê dijwar berê xwe didan Efrînê û bi gel û pêkhateyên Efrînê re bi awayekî wek hev dijiyan.

BI ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ RE PÊKVEJIYAN HAT BELAVKIRIN

Ev pêkvejiyan heta 20 Çileya 2018'an berdewam kir. Di vê dîrokê de dewleta Tirk êrîşên dagirkeriyê li dijî şêniyên Efrînê dabû destpê kirin. Şêniyên Efrînê tevî hemû pêkhateyên xwe, wê demê biryar dan ku axa xwe biparêzin û li dijî êrîşên dagirkeriyê gel daketin qadan û meşên girseyî yên bi heybet pêk anîn. Li ser vê bingehê, ji 20 Çile heta 18’ê Adarê tevî komkujî û bombebaranên dijwar ên ku dewleta Tirk pêk tanî, gel berxwedanek ku mînaka wê nîne raber kir.

SOZA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ NÛ KIRIN

Di 18’ê Adarê de şêniyên Efrînê, li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker berê xwe dan herêma Şehbayê û careke din soza berxwedan û têkoşîn ji bo rizgarkirina warên xwe dubare kirin. Li ser wê esasê li Herêma Şehba tevî gelek zehmetiyên dihatin jiyîn bi taybetî ku herêma Şehba berê jî rast şereke dijwar hatibû û weke devereke hişk dihate nasîn, gelê Efrînê bi wê ruhê ku ji xaka xwe a şînber girtine, ew herêm ji nû ve şîn kirin û heta roja îro berxwedaniya xwe di herêma Şehba de dewam dikin.

LI ALIYEK ÊRÎŞ LI ALIYÊ DIN DORPÊÇ

Lê hertim du siyasetên sereke hebûn ku vê berxwedaniyê bidin şikanidin û îrada gel ji bo vegerê têk bibin. Li aliyek êrîşên dewleta Tirk a ku ji roja ewil û heta niha bênavber berdewam dikin, li aliyê din jî dorpêça giran a ku ji aliyê hikûmeta Şamê li ser herêmê tê ferzkirin.

‘LI HEMBER ZEHMETIYÊN JIYANÊ LI BERXWE DIDIN’

Endama komîteya Perwerdê a Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehba Leyla Îbiş, qala bandora dorpêç û êrîşan a li ser jinan kir û got, “Berdêla êrîş û dorpêçê herî bêhtir, jin didin. Jinên Efrînê gelek berdêl dan. Gelek ji wan dayikan zarokên xwe di êrîşên dewleta Tirk de winda kirin. Hem berdêl dan û hem jî di nava şert û mercên dijwar ên koçberiyê de rastî dorpêç û êrîşan tên. Jinên Efrînê, îro li herêma Şehbayê li ber xwe didin, xeta xwe diyar kirine. Ji bo vegera li warên xwe misoger bikin, li hember van zehmetiyên jiyanê têkoşîn dikin.”

‘ARMANC VALAKIRINA TEVAHÎ HERÊMAN E’

Îbiş, destnîşan kir ku bingeha van siyasetan şikandina îradeya gelên li herêma Şehbayê dijîn e û wiha dewam kir, “Îro ev siyaseta ku li ser herêma Şehba tê ferzkirin, ji bo şikandina îradeya gel û jinan e. Ji ber tevî hemû  zehmetiyên ku tên jiyîn jî, jin îro dest ji kar û xebatên xwe bernadin û her tim li qadan pêşengiyê dikin. Dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Şehbayê, li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hedef girtina binesaziyên herêmê re, armanc dike tevahiya herêmê vala bike.

Leyla Îbiş, di dawiyê de anî ziman ku ji bo piştevaniya ligel jinên li Kantona Efrîn û Şehbayê dijîn, çi ji destê wan bê wek rêxistin dê pêk bînin û got ku ji bilî berxwedanê rêyek a rizgariyê nemaye.