Leşkerên Tirk li Kobanê sivîlek birîndar kir
Ji ber guleya leşkerên Tirk ên dagirker li Kobanê sivîlek birîndar bû.
Ji ber guleya leşkerên Tirk ên dagirker li Kobanê sivîlek birîndar bû.
Leşkerên Tirk ên dagirker li ser sînorê Kobanê gule li sivîlekê barand. Kanîwar Şahîn Cezayîr ê 28 salî ji ber êrîşa leşkeran birîndar bû.
LI ZEVIYAN KAR DIKIR
Diyar bû Cezayîr dema li zeviyên xwe yê li gundê Xerîb ku dikeve rojhilatê Kobanê kar dikir ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve bûye hedef.
Kanîwar Şahîn Cezayîr rakirin nexweşxaneya bajarê Minbicê û niha rewşa tenduristiyê ya wî baş e.