Leşkerên Tirk ji bo artêşa Sûriyeyê gotin: Em tenê leşker in, li me nexin!

Leşkerên artêşa Tirk ên artêşa Sûriye ya li Morekê noqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk xistin di bin dopêçê de bang li artêşa Sûriye kirin û gotin: “Em tenê leşker in.” xwestin ku êrîşî wan nekin.

Bi ketina Han Şeyhûnê re leşkerên Tirk ên li nûqteya çavdêriyê ya Hejmar 9 a li Morekê ketin dorpêçê bi artêşa Sûriyeyê re ketin nava têkiliyê û gotin: “Em tenê leşker in.” ragihandin ku êrîşî wan nekin.”

Tê îdîakirin ku îstifakirina berpirsê 6’an ê Fermandarê Hêza Erka Taybet a Mekanîzma Tumena Peya û Hevpar a dewleta Tirk yê Îdlibê Tumgeneral Ahmet Ercan Çorbaci û alîkarê wî Tuggeneral Ertûgûrl Salglam bi vê ve girêdayî ye.

 ‘LI ME NEXIN, EM LI BENDA FERMANA VEGERÊ NE’

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji Îdlibê hatine girtin, piştî ku artêşa Sûriye dor li nuqteyên çavdêriyê girtine, leşkerên Tirk ên li nuqteyan in, li şûna li ser Rûsyayê re bi navenda Hmeymîn a Sûriyeyê bi artêşa Sûriyeyê re bikevin têkiliyê vê carê raste rast bi artêşa Sûriyeyê re ketin peywendiyê. Leşkerên Tirk gotine: “Li gorî peymana Soçiyê em li herêmê ne, ji bo vegerê li benda fermanê ne, daxwaz kiriye ku êrîşî wan nekin.”

ÎSTIFA

Piştî ku artêşa Sûriyeyê Han Şayhûn xistin destê xwe û şûnde, li ser bombekirina balafirên şer ên Rûsya û rejîma Sûriyeyê yên li 3 konvoyên leşkerên Tirk ku şandin herêmê û şûnde, Fermandarê berpirsê Îdlibê yê TSK’ê Ahmet Ercan Çorbci li ser amadekariyê vekişînê rastî nerazîbûna hikûmetê hat.

Dema ku Çorbaci fermana ‘amadekariyên vekişînê’ ya nuqteyên çavdêriyê ya Morke a ber bi bajarokê Hîş a diekve başûrê navçeya Maaret Nûmanê, lê di serî de Wezîrê Parastinê yê Mîllî Hûlûsî Akar ji aliyê hikûmetê ve nehate pejiarandin, ji bo vê tê gotin ku Çorbaci ji bo vê biryara îstifayê daye.

Li aliyê din ji bo di navbera leşkerên Tirk û artêşa Sûriye ya li Morek ku xistine dorpêç dernekeve polîsên leşkerên Rûs nûqteyên çavdêriyê diparêzin.

ERDOGAN-PÛTÎN WÊ BICIVE

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li ser pêşketinên dawî daxwaza hevdîtina awarte li gel Serokê Delweta Rûsya Vladîmîr Pûtîn kir. Rojeva bingehîn ya hevdîtina Pûtîn û Erdogan ku wê sibê li Moskovayê pêk bê, Îdlib e.

Beriya hevdîtinên daxuyaniyên ji aliyê Kremlînê ve tê dayîn balkêşin. Di daxuyaniya ji aliyê Kremlînê ve hatî dayîn de hate diyar kirin ku Pûtîn fikarên Erdogan yên ji Îdlibê fam dike lê ew bi xe ‘ji zêdebûna êrîşên mîtîltanan bifikare’.

Wezîrê Têkiliyên Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku artêşa Sûriyeyê “Ti lihevkirinên bi Tirkiyeyê re hatine kirin binpê nekiriye”

Lavrov wiha got; “Dixwazim bi bîr bînim, di mijara binpêkiriekê de dehan caran Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtin bixwe gotiye bi binpêkirinek nîne.”