Leşkerên Sûriyeyê gule berdan dewriyeya Emrîkî-NÛ BÛ

Li gundê Xirbet Emo yê Qamişloyê di navberaleşkerên DYE ku dewriye digeriyan û leşkerên rejîma Sûriyê de şer çêbû. Di şerê li herêmê de kesekê jiyana xwe ji dest da.

Leşkerên DYE îro saet 09:30'an li başur rojhilatê Qamişloyê dewriye gerand. Leşkerên DYE ku ji 8 wesayîtên zirxî pêk dihat û her tim heman rê bikartanîn, dema ku ji rêya M4 berbi navenda bajarê Qamişloyê ve diçû li nuqteya leşkerî ya gundê Xirbet Emo yê 3 kîlometre dikeve başûr rojhialtê Qamişloyê ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê ve hatin rawestandin.

Li nuqteya kontrolê di navbera leşkerên DYE û leşekrên Sûriye û hêzên Difa el-Watanî yên girêdayî rejîma Sûriyeyê de nîqaş çêbû û di beşdarbûna welatiyên gund veguherî rageşiyê. Di dema rageşiyê de kevir li wesayîtên zirxî yên DYE hatin reşandin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANHA daye, leşkerên DYE ji bo ku biçin nuqteya mijara gotinê gule li hewayê berdane û bi vî awayî 5 wesayît çûne nuqteyê lê 3 wesayît jî hatin astengkirin.

Hate îdîakirin ku leşkerên Emerîkî jî li hêzên rejîmê xistine û li gorî agahiyên destpêkê leşkerekî rejîmê miriye.

Li ser vê di navbera leşkerên DYE û leşkerên Sûriyeyê de şer derket. Di şerê derketî de li gorî hin îdîayan li gundê Xirbet Emo sivîlek mir û sivîlek din jî birîndar bû. Leşkerên Sûriye wesayîtên zirxî yên DYE gulebaran kirin.

Leşkerên Sûriyeyê êrîşî nûçegihanê ANHA jî kirin, dest danîn ser kamereyê û ew ji cihê bûyerê dûrxistin.

Bi rageşiya li herêmê rûdayî re balafirên şer ên DYE jî ji bo derketina leşkerên wan ên asê mayî li ser esmanên gund nizim firiyan. Gelek ajansên nûeçyan ragihandin ku balafirên DYE li dijî nuqteyên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê êrîşa hewayî pêk anîn.

Heta niha têkildarî îdîayan hatine kirin daxuyaniyek nehatiye dayîn.