Leşker û çeteyên Tirk li Efrînê 9 kes revandin

Leşker û çeteyên Tirk ên dagirker, li Efrînê 9 gundiyên din revandin. Jİ bo berdana kesên revandî jî fîdye xwestin.

Kiryarên hovane yên artêş û çeteyên Tirk ên li Efrînê dewam dikin. her roj mirovan direvînin, dikujin û destdirêjiyê dikin. Li gundê Kebaşin ê navçeya Şerawayê 5 sivîlên din hatin revandin.

Nayê zanîn bê kesên hatine revandin bi ku ve birine. Gundiyên hatin revandin: Îbrahîm Umer Heyder (30), Abdulhemîd Îsmaîl Heyder (28), Mihemed Hesen Ebdo (28), Adil Mihemed Şikrî (25) û Fadil Mihemed Şikrî (18).

'DI BERDÊLA HEZAR DOLARÎ DE EM Ê BERDIN!'

Kesekî bi navê Ş.N. ê ji gundê Birc Weqas ê li Şerawayê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê, 4 kesên ku pezên xwe diçêrandin revandine. Kesên hatine revandin: Nezmî Elî (60), Elî Xelîl (45), Qedrî Beherî (60) û Mihemed (30).

Çeteyan di berdêla berdana kesên revandî de hezar dolar xwestin û 5 mihî jî dizîn.