Lêhiyê li Mergedeyê da, rê hatin girtin
Li bajarokê Mergedeyê ya girêdayî Hesekê lêhî rabû, rêya Şedadê-Sûr hate girtin. Ji ber lêhiyê dîwarên hinek avahiyan ên ji kelpîç hatibûn çêkirin hilweşiyan.
Li bajarokê Mergedeyê ya girêdayî Hesekê lêhî rabû, rêya Şedadê-Sûr hate girtin. Ji ber lêhiyê dîwarên hinek avahiyan ên ji kelpîç hatibûn çêkirin hilweşiyan.
Ji ber barana dijwar a ji duh ve li Kantona Hesekê barî bû sedem ku li bajarokê Mergedeyê lêhî rabe û av kete hinek malan û dîwarên ji kelpîç hilweşiyan.
Li bajarokê ku rê li ber ziyanên çandiniyê vebûn, rêya ku navçeya Şedad û Sûrê bi hev ve dide girêdan hate girtin.
Ji bo vekirina rê tîmên şaredariyê zed û bend hildane.