Kurdistanî li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan
Êrîşa dewleta Tirk a li dijî konvoya sivîlan a ji Cizîr, Reqa, Minbic û Şengalê dihate Efrînê, ku gelek kes mirin û birîndar bûn, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hate şermezarkirin.
Êrîşa dewleta Tirk a li dijî konvoya sivîlan a ji Cizîr, Reqa, Minbic û Şengalê dihate Efrînê, ku gelek kes mirin û birîndar bûn, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hate şermezarkirin.
Bi banga TJK-E û KCDK-E di serî de Elmanya, Danîmarka, Fransa, Awûstûrya, Belçîka û Swîsre li gelek welatan çalakî hatin lidarxistin û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, bi sedan Kurdistanî li Alexanderplatzê li hev civiyan û bi pankart û dowîzan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Çalakgeran diyar kirin ku divê Erdogan ji ber sûcê li dijî mirovahiyê were darizandin.
DÛÎSBÛRG: Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, Kurdistaniyan tevî dostên xwe li ber HBF çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin û bêdengiya dewletên Ewropayê şermezar kirin.
BÎELEFELD: li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê Kurdistanî saet 23'an daketin qadan û êrîşên qirkirinê yên dewlet Tirk şermezar kirin.
MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê Kurdistanî tevî dostên xwe nîvê şevê saet 00:30 li ber HBF li hev civiyan û kuştina sivîlan şermezar kirin.
PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî bi heman armancê li ber avahiya Parlamenta Fransayê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşman komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin.
ZURÎCH: Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê Kurdistanî ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiyan û li vir xwepêşandanek li dar xistin. Di çalakiyê de dirûşma "Kujer Erdogan" hate qîrîn. Li bajarê Baselê li ber stasyona trenê, li Bernê jî li ber avahiya parlamentê çalakî hate lidarxistin.
AARAÛ: Komkujiya ku dewlet Tirk duh bi şev li Efrînê kir, li bajarê Aaraû yê Swîsreyê hate şermezarkirin. Bi vê armancê ji ber stasyona trenê ya navendî ya Aaraû meşek hate organîzekirin.
BASEL: Li bajarê Basel ê Swîsreyê, Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirinê daketin qadan. Bi vê armancê lib er HBF çalakî hate lidarxistin.
VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Kurdistanî li ber avahiya Parlamentê li hev civiyan û dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujer Erdogan", "Artêş Tirk ji Kurdistanê bicehime" hatin qîrîn.
BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê bi peşnegiya NAV-BEL û YJK-B li meydana Boûrse çalakî hate lidarxistin û dewleta Tirk hate şermezarkirin.
AMSTERDAM: Li paytexta Hollanda Amsterdamê, li Balafirgehê çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin.
ATÎNA: Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, nêzî sed Kurdistaniyan ji bo komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar bikin daketin qadan. Di meşê de dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Kujer Erdogan" û "Şehîd namirin" hatin qîrîn.