Kongreya Star û TEV-DEM’ê komploya navnetewî şermezar kir

Kongreya Star û TEV-DEM’ê komploya navnetewî şermezar kir û diyar kirin ku projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareseriye.

Kongreya Star û TEV-DEM’ê bi wesîleya 21’emîn salvegera Komploya Navnetewîya 15’ê Sibata ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîsî dan.

KONGREYA STAR: LI ÎMRALIYÊ JI BO GELAN KAR KIR

Kongreya Star ev tişt diyar kir;

“Hêzên hegemonîk bi rêya dîlgirtina Rêbertî, rihê berxwedana gel bi taybet jinan hedef girt, her wiha da ku vîna wan bi rêya komployê bişkînin jî. Lê belê komplo bi bin ket. Ji ber ku Rêbertî radestî rewşên dîlgirtinê yên tund nebû. Lê berovajî girtîgeh vegerand dibistana belavkirina metoda demokrasî û aştiyê. Ew jî ne tenê ji kurdan re, lê belê ji tevahî gelên li cîhanê bi hedefa rizgarkirina ji destê hegamoniya heyî. Her wiha gelên bi hesreta azadî girêdana xwe bi Rêbertî re bi rêya bilindkirina têkoşîn, berxwedan û şopandina metoda demokrasiyê, sepand. Ev jî bi şêweyekî aşkera di şoreşa Rojava de, bi taybet bi rêya avakirina rêberiyên xweser bi beşdariya tevahî pêkhateyên herêmê diyar bû. Ji ber di projeyê de rêya rizgarkirin û garantiya pêşeroja xwe dîtin.

Lê ji ber dewleta Tirk dît ku bi rêya dîlgirtina Rêbertî nikarî hedefên xwe pêk bîne, tecrîd girantir kir û ji mafên herî hêsan Rêbertî mehrûm kir, jê jî hevdîtina parêzer û malbatan da ku îdeolojiya wî ya ku mifteya çareseriya aloziya Rojhilata Navîn e bi taybet di vê qonaxa hesas de neyê belavkirin.

Em wek Kongreya Star bi tundî vê komploya ku vîna gelan di serî de jinan di şexsê Rêbertî hedef girtiye, şermezar dikin. Her wiha aliyên pêwendîdar ên girêdayî kar û barên girtiyên siyasî û di serî CPT bi sedema helwesta wan ên dijber şermezar dikin. Li aliyekî din jî bang li tevahî gelên baweriya xwe bi fikir û felsefeya Rêbertî heye bi taybet jinan dikin ku asta têkoşîn û berxwedana li dijî hêzên komploger bilind bikin ku tecrîda girankirî ya li dijî rêber Apo bişikînin û li hember dewleta Tirk a ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, şêniyên resen koçber dikin û guhartina demografiya herêmê pêk tîne, bisekinin.”

TEV-DEM: PROJEYA OCALAN ÇARESERIYE

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ragihand ku komplo destkeftiyên gelan kir hedef û wiha got; “Komplo bi polîtîkayên dagirkeriyê didomin.”

TEV-DEM’ê ev tişt diyar kir;

“Rêber Ocalan nûnertiya hêviya vîna mirovên azad û vîna çînên civakê yên afirîner dike, têkoşîn û xebatê ji bo avakirina aştî, demokrasî û diyaloga avaker pêk tîne. Her wiha çareyên ji bo xebata aştiyê li dewleta Tirk, Sûriyê û tevahî herêmê dibîne. Lê belê mixabin, dewleta Tirk a ku plana komployê pêk aniye, tu girîngiyê nade van çareyan. Lê berovajî wê tundî, terorê, hêza ewlehî û leşkerî bi kar tîne ku vê komploya kirêt berdewam bike. Bi wê re jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û guhertina demografiya herêmê bi hewldana çewisandina nasnameya Kurdî û qirkirina wê pêk tîne.

Berxwedana ku gel pêk tîne ya ku xwe dispêre felsefeya jiyana azad û rizgarkirina ji koletiyê ye. Her wiha gel di felsefeya neteweya demokratîk de dibîne ku rêya yekane ya çareseriyên tevahî pirsgirêk û aloziyên li herêmê ye.

Em TEV-DEM bang li tevahî azadîxwaz û demokratên li cîhanê dikin ku sekneke garantor pêk bînin ku azadiya rêber Apo bixwazin û ji bo binketina vê komployê bixebitin. Ji ber ku rêber Apo êdî bûye semola azadiyê, ne tenê ji Kurdan re, lê belê ji tevahî gel û pêkhateyên ku azadiya xwe bi azadiya Ocalan re dibînin."