Kongreya Star ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang li hêzên demokrasiyê kir
Koordînasyona Kongreya Star ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li hêzên demokrasiyê kir.
Koordînasyona Kongreya Star ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li hêzên demokrasiyê kir.
Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê bi tundî komplo û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
Kongreya Star diyar kir ku dewletên komploger li ser hesabê gelan û azarên wan, xwe li ser lingan digirin.
Kongreya Star di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û hewldanên tunekirina wî û gelê kurd kir û got: “Hêzên ku li hember felsefe û fikrê rêber Abdullah Ocalan bi bin ketine, her sal planên din li dijî gelê kurd pêk dikin. Herî dawî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û armanca wan a yekane têkbirina vîna azad a gelên herêmê ye.”
Kongreya Star di daxuyaniya xwe de soza şopandina fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan da ku rêya xilasiya gelên bindest û pêkanîna azadiyê ye. Her wiha diyar kir bê azadiya rêber Abdullah Ocalan gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn azad nabin.
Kongreya Star bang li hêz û kesên demokrat, cîhan û rêxistinên civaka sivîl kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û têkbirina komployê û misogerkirina azadiyê tê bikoşin.