Kongreya Asayî ya PYD'ê ya 7'emîn didome

Di  Kongreya Asayî ya PYD’ê ya 7’emîn de peyamên KCK û KJK’ê hate xwendin. Kongre didome.

Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a 7‘emîn a bi dirûşmeya “Ji Rojavaya azad ber bi Federaliya Sûriyeya Demokratîk ve” li eywana civînan a Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li bajaroka Rimêlan a navçeya Girkê Legê ya herêma Cizîrê tê lidarxistin.

Di kongre de, nûnerên partiyên li Başûrê Kurdistanê wekî; sekirtêrê Partiya Yekîtiya Niştimaniya Demokratîk Xefûr Mexmûrî, endamê Buroya Siyasî ya Partiya Zehmetkêşanî Bêkes Qadir Mewlûd, Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Komunist a Kurdistanê Rêber Mihemed Emîn, nûnerê Partiya Rizgar a Kurdistanê Hejar Mihemed Ezîz,  nûnerê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Welîd Mihemed Silêman û nûnerê Partiya Azad a Demokratîk ji bo Êzidiyên Şengalê, beşdar bûn.

Her wiha nûnerên KNK‘ê, Meclîsa Sûriyeye Demokratîk, Hevserokatiya Kantona Cizîrê, Heyet El-Tensîq, Şepêla Sibe ya Sûriye, Partiya Vîna Gelan, Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Partiya Muhafizkarên Demokratîk a Sûriyeye, Hevbendaiya Niştimaniya Demokratîk a Kurdistanê, Kombûna Çepgirên Kurd ên Demokratîk ên MLKP‘ê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriye, Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Wefq a Demokratîk a Kurd li Sûriye, Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriye, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Suryan, Partiya Kesk a Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin, Kongreya Star, Meclîsa Rûspiyan, Rêxistina Mafê Mirovan, Partiya Parastina Azadiyan, Rêxistina Demokratîk a Asûr, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantonên Cizîrê, Kobanê, Girê Spî, Desteya Rêveber a Meclîsa Sivîl a Minbic û gundewarên wê, Meclîsa Sivîl a Reqa û Meclîsa Jinên Sûriye.

Piştî axaftinên destpêkê, peyama pîrozbahiyê ya Koma Civaka Kurdistanê ji bo kongreyê ji aliyê Bedran Penaber ve hate xwendin.

Di peyama KCK‘ê de hate gotin: “Xeta neteweya demokratîk a ku Federaliya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê xurt dike misogeriya şoreşê ye, ji ber ku di şoreşa de xeta neteweya demokratîk misogeriya serkeftina şoreşa Rojava ye û wê hêviyên gelê Kurd ji bo azadiya pêk bîne.”

KCK‘ê berxwedaniya hêzên leşkerî yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de cih girtine silav kir û got ku rizgarkirina Reqayê serkeftina van hewldanan e. Her wiha girîngiya şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeye ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk destnîşan kir.

KCK‘ê di dawiyê de hêviya serkeftina kongreyê xwest û hêviya ku kongre biryarên girîng ji bo Sûriyeye û Rojhilata Navîn encam bigire, kir

Piştre peyama KJK‘ê hate xwendin.

Di berdewama kongre de, Nulîfer Koç bi navê KNK‘ê, Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El-Hadî, endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl, Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm, Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed, Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd û li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Şêx Hisên El-Raşid axivîn.

Di axaftinan rola Partiya Yekîtiya Demokratîk di pêkanîna ewlekariya herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê û pêşniyarên wê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rengekî aştiyane de hate kirin.

Kongre didome.