Kongra Star a herêma Firatê serdana malbata Şehîd Ronahî kir

Kongra Star ya Herêma Firatê serdana malbata Ronahî Kobanê kir û jinên ku îsal meha Nîsanê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, bi bîr anî.

Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Nîsana 2022’an de bi balafirê bê mirov wesayîta ku tê de sê jinên têkoşer Ronahî Kobanê, Dîlara Efrîn û Kobanê li ser rêya Kobanê û Helebê kir hedef û qetil kir.

Endamên Kongra Star ya Herêma Firatê ji bo bîranîna her sê jinên têkoşer îro berê xwe dan mala Şehîd Ronahî Kobanê.

Di serdanê de dayîka şehîd Ronahî Kobanê qala serpêhatî û berxwedana keça xwe Ronahî kir.

Piştre li ser navê Kongra Star Hedlê Hesen axivî û diyar kir ku armanca êrişa li dijî jinan bêhêzkirina civakê ye û wiha got, "Ji ber Ronahî ji bo azadiyê têdikoşiya, bû hedefa êrişê. Bi dehan têkoşer bûn hedefa balafirên bêmirov. Herî dawî Şehîd Ferhad li başûrê Kurdistanê hat qetilkirin."

Hedlê Hesen anî ziman ku rastiya bêdengî û îxaneta Mala Barzanî cardin li ber çavê Kurdan eşkere bû.

Di serdanê de hate destnîşankirin ku wê ji bo bîranîna şehîdan heta azadiyê têkoşînê dewam bikin.