BI DÎMEN

'Bingeha banga azadiyê yekîtiya Kurd e'

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de axivîn û diyarkirin ku bingeha banga azadî û aştiyê yekîtiya Kurd e.

Konferansa Yekrêzî û Yekheswesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dewam dike. Endamên şandeya ji Bakurê Kurdistanê û yên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) axivîn.

Li ser navê KNK`ê Zeyneb Mûrad lidarxistina konferansê pîroz kir û tekez kir ku Rojavayê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de bûye yek û îro jî "Ji bo yekkirina Kurdan careke din Kurd li hev kom kirin.”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir jî got: "Em hewl didin ku banga birêz Abdullah Ocalan bigihînin hemû cîhanê. Me heta niha bi hemû partî û hêzên Kurdistanî re gelek hevdîtin pêk anîn û bi rêya şandeya Îmraliyê me karî peyam û helwestên hêz û aliyên Kurdistanî ji birêz Abdullah Ocalan re ragihînin.”

Bayindir wiha dewam kir: "Bingeha banga Rêbertî azadî û aştî ye, beriya wê jî divê em ji bo yekitiya Kurdan bixebitin. Li ser esasê vê konferansê Kurd dê li ser axa xwe ya dîrokî bigihêjin armanc û mafên xwe.”

Keskîn Bayindir peyama piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê gihand û tekez kir ku Bakurê Kurdistanê piştgiriya bêsînor dide gelê Kurd ê li Rojava.