Konê li dijî dagirkeriyê di roja 2'emîn de ye

Konê berxwedanê ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyanetê li navçeya Şêranê ya Kobanê hate vedan, di roja duyemîn de ye.

Ji bo silavkirina berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û şermezarkirina xiyanetê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jin ên Ciwan 2 roj in li navçeya Şêranê ya Kobanê konê 'Werin Cenga Azadiyê' vedane.

Tevgerên ciwanan ku di çarçoveya banga seferberiya li dijî dagirkeriyê vê çalakiyê lidar dixin, di heman demê de otobusek amade kirin ku ji bo seferberiyê li nava gundan bigerînin.

Hevserokê Navçeya Şêranê Xelîl Mehmûd Êriş li binê konê berxwedanê axivî û bi bîr xist ku êrişên li ser Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûne, lê belê ciwan wê bersiva pêwîst bidin êrişan.

Xelîl Mehmûd Êriş ragihand ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êriş dike, hêzên navneteweyî jî bêdeng in û got, "Em bi gerîlayên xwe bawer in. Wê bigihêjin serketinê."

Piştî daxuyaniya li qada çalakiyê, otobusa li dijî dagirkeriyê ji bo pêngavê hatiye amadekirin, dest bi gera li nava gundan kir.

Konê tevgerên ciwanan ên li dijî dagirkerî û xiyanetê hate vedan, wê îro bi dawî bibe.