Komploya 15’ê Sibatê li Kobanê, Minbic û Şehbayê hat şermezarkirin

Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kobanê, Minbic û Şehbayê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

Bi boneya 23’emîn salvegera komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêkanîn û hat dîlgirtin, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin.

MINBIC

Bi hezaran şêniyên Minbicê li dijî komployê meşiyan û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Meşê li Çerxerêya Miseb dest pê kir û li Çerxerêya Delo veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endama Komîteya Serokatî ya Minbicê Asya Hisên axivî û got komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e. Her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got ev tecrîd li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye.

Asya Hisên bang li gelên azadîxwaz kir ku komployê têk bibin û ji bo wê têkoşînê mezin bikin û xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin heta ku azad dibe. Asya got: “Azadiya Rêbertî azadiya me û azadiya hemû gelan e.”

Her wiha di mîtîngê de hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê Ehmed El-Cemîlî jî axivî û destnîşan kir ku hêzên komploger naxwazin gel azadiya xwe bi dest bixin û ji ber ku dizanin fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo mirovahiyê ne, li dijî wî derketin û dîl girtin.

MEŞA DIRÊJ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî meşeke dirêj li dar xistibû. Meş di roja duyemîn de berdewam e û ciwan heta niha nêzî 20 kîlometreyan meşiyane.

Ciwan îro jî ji bajarokê Til Xezal heta navçeya Şêran meşiyan. Dê sibe bigihêjin Kobanê da ku tev li çalakiya navendî bibin ku dê li Kobanê li dar bikeve.

Çalakiya konvedanê ya ku Kongra Star a herêma Firatê duh li navçeya Şêran li dar xistibû, di roja duyemîn de berdewam e. Çalakî bi dirûşma “Dem dema azadiya Serok e" li dar dikeve.

Di çalakiyê de îro hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto axivî û got komplogeran xwest vîna gelên berxwedêr têk bibin. Her wiha Îto got gelên azadîxwaz û gelê Kurd dê şopdarên fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin.

Mistefa Îto bang li şêniyên herêmê kir ku hevgirtî bin da ku projeya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ser bikeve û got ew çareseriya herî guncaw e da ku gel azadiya xwe bi dest bixe.

Tê payîn ku sibe beşdarên meşa Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê tev li çalakiyê bibin.

KOBANÊ

Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Bi dehan karmendên jin ên rêveberiya meclis û desteyan li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê ya li Kobanê kom bûn.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya herêma Firatê Hêlîn Hacim daxuyanî xwend.

Koordînasyonê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hêzên komploger bi rêya komployê ne tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd jî kir hedef, lê belê hemû gelên Rojhilata Navîn ên azadîxwaz kirin hedef. Pergalên kapîtalîst û dîktator, hewl didin gelan di destê modernîteya kapîtalîst de bikin amûr da ku wan bê vîn bihêlin.

KONGREYA STAR KOMPLO ŞERMEZR KIR

Koordînasyonê diyar kir ku projeya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya xilasiya ji aloziya kapîtalîst e û ji bo doza Kurd û Rojhilata Navîn çareserî ye.

Di dawiyê de Koordînasyonê got: “Em Komploya Navneteweyî şermezar dikin û bang li rêxistinên hiqûqî, gelê xwe û gelên azadîxwaz dikin ku hevgirtî bin û têkoşînê mezin bikin da ku fişarê li hikumeta AKP`ê bikin ji bo ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bike heta ku azad bibe.”

JI ZANÎNGEHA KOBANÊ BERTEK NÎŞANÎ KOMPLOYÊ HAT DAYÎN

Zanîngeha Kobanê îro bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Cîgirê serokatiya Desteya Akademiyê ya zanîngehê Mihemed Reşîd daxuyanî li pêşiya zanînghê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: "Sedema Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan, felsefeya wî ye ku hewl dida li Rojhilata Navîn belav bike. Vê felsefeyê xetere li ser sîstemên desthilatdar û destpot çêkir, lewma komplo pêk anîn.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate gotin: "Komploya Navneteweyî tîna vê sîstemê neşikand, di serî de dewleta Tirk a dagirker li hundirê girtîgeha Îmraliyê tecrîd li ser Rêber Ocalan ferz kir da ku zêdetir nasnameya gelan biçewisînin û rastiya felsefeya Rêber Ocalan binixumînin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rewşenbîr û siyasetmedaran hat kirin ku li dijî sîstemên despot bê deng nemînin, da ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikînin.

Têkildarî mijarê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêmê Firatê daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşê Efendî li pêşiya navenda Meclisa Bajarê Kobanê daxuyanî xwend.

Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Ev komplo rûyê duyem ê hêzên hegemonîk e ku îdiaya azadî û demokrasiyê dikin."

Di berdewama daxuyaniyê de soza şopandina rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dayîn û wiha dewam kir: "Em li hemberî rêbertî û şehîdan rexnedayîna xwe didin û bang li civakên ku piştgiriya berxwedana Kobanê kirin, dikin ku tev li kampanyaya navneteweyî ya bi armanca şikandina tecrîda di girtîgeha greva Îmraliyê li ser Rêber Ocalan hatiye ferzkirin, bibin."

Di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku kar û xebata li ser bingeha fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bersiva têkbirina Komploya Navneteweyî ye.

ŞEHBA

Tevgera Kevana Zêrîn bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civînek li dar xist. Civîn li Hola Mîtan a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi rê ve çû.

Li ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sinevîzyonek hate pêşandan û dûre endama rêveber a Komîteya Perwerdeyê ya Tevgera Kevana Zêrîn Şêrîn Reşîd ji beşdaran re behsa komplo, sedem, bandor û rastiya wê kir.

Di dawiya civînê de beşdaran dirûşmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Şehîd namirin” berz kirin.