Komkara Erebî: Êrîş dikare liv û tevgera terorê zêde bike

Di daxuyaniya Komara Erebî ya têkildarî êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Sûriyeyê de hate gotin, dibe ku karên terorê yên li herêmê û li dijî yekparebûna xaka Sûriyeyê zêde bike.

Komkara Erebî têkildarî geşedanên li Sûriyeyê, êrişên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ên li ser Heleb û gundewarê Hemayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Komkara Dewletên Erebî bi dilgiranî geşedanên meydanî yên li Sûriyeyê dişopîne û teqez dike ku divê rêz li yekitî, serwerî û silametiya erdên Komkara Erebî ya Sûriyeyê bê girtin."

Di daxuyaniyê de işaret bi vê yekê hate kirin ku Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El Xeyt dilgiraniya xwe "ji ber geşedanên ev çend roj in li welat rû didin û bandorên wan li ser sivîlan anî ziman. Dibe ku ev geşedan rê li ber tevliheviyê veke ku komên terorîst ji bo domandina çalakiyên xwe bi kar bînin."

DYE: SEDEMA ÊRÎŞAN RÊVEBERIYA SÛRIYEYÊ

DYE jî çeteyên HTŞ'ê weke rêxistina terorê dibîne, li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku sedema êrîşan ew e ku rêveberiya Sûriyeyê çareseriyê red dike û xwe dispêre Rûsya û Îranê.

Berdevkê Konseya Ewlekariyê ya Qesra Spî Sean Savitt îro der barê geşedanên li Sûriyeyê daxuyaniyek da. 

Sean Savitt di daxuyaniyê de diyar kir ku DYE ji nêzîk ve rewşa Sûriyê dişopîne û got: "Amerîka di 48 saetên dawî de peywendî bi paytextên herêmî re kir."

Sean Savitt anî ziman ku tu "têkiliya DYE'yê bi êrişa Heyet Tehrîrî El Şam re nîne, ew rêxistineke terorîst e."

Berdevk ji hevalbendên xwe xwest ku şer rawestînin û sivîl û kêmneteweyan biparêzin û got "Pêwîstiya Sûriyeyê bi çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya NYˈyê heye."

Berdevkê Konseya Ewlekariyê ya Koşka Spî Sean Savitt di dawiyê de got "Em ê parastina tevahî amerîkî û baregehên leşkerî yên Emerîkayê bidomînin da ku DAÎŞ'ê carek din li Sûriyeyê dernekeve."