Endamên Komîteya Jinê ya PYD'ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku ji 23'ê Nîsanê ve li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike, li ber avahiya PYD'ê ya Qamişloyê daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye:
"Ji 23'ê Nîsanê ve êrişên dewleta Tirk a faşîst li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna bi dijwarî dewam dike.
Dewleta Tirk ji demeke dirêj ve ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê nuqteyê xwe li herêmê ava dike da ku ji destên Kurdan derxîne û li ser vî esasî zêdeyî mehekê êrişê dibe ser gerîla û Başûrê Kurdistanê.
Dewleta Tirk di vî şerî de hemû derfetan bi kar tîne, mîna çekên kîmyewî û êrişên hewayî li ser herêmê, gel û xwezaya Kurdistanê.
Dewleta Tirk a dagirker herî dawî daristanên Başûrê Kurdistanê radike û bi hemû awayan tecawiziya xaka wê dike, ev şerê ku niha tê kirin şerê tunekirina xwezaya Kurdistanê û Kurdan e.
Ji bo xwedîderketina li xak û xwezaya Kurdistanê, pêwîste PDK'ê nekeve ser rêya îxanetê û li dijî xak û gelê xwe dernekeve û nebe alîgirê dijminê Kurdan.
Em bi navê jinên Kurd ên li bajarê Qamişlo êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwezaya Kurdistanê û girtina nûnerên PYD şermezar dikin, ji ber ku girtina nûnerên PYD'ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê dikeve bin xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker.
Her wiha em rêgirtina li ber şandeyên ku xizmeta doza Kurdî dikin jî şermezar dikin.
Em wekî jinên Rojavayê Kurdistanê heta dawiyê berxwedan, têkoşîn û piştgiriya gerîlayan dikin û çalakiyên wan pîroz dikin. Her wiha bangawaziya me ji gelê me yê Başûr re heye ku li hember van êrişan xwedî helwest bin û bê deng nemînin, heta dawiyê li ser piyan bin da ku ev êriş bên rawestandin û dijmin ji xaka Başûrê Kurdistanê dekeve."