Komîteya Ciwan û Sporê çalakiya konvedanê da destpêkirin

Komîteya Ciwan û Sporê ya Herêma Cizîrê li hemberî komploya navneteweyî li Qamişlo çalakiya konvedanê da destpêkirin.

Ji nav rêzeçalakiyên ku bi boneya salvegera 23’an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komîteya Ciwan û Sporê ya herêma Cizîrê destpêkirina çalakiya konvedanê bi dirûşma “Werin Cenga Azadiyê, 15’ê Sibatê hilweşe” ragihand. Çalakî wê 3 rojan berdewam bike.

Tê payîn ku di çalakiyê de di dirêjahiya 3 rojan de, semîner têkildarî komploya navneteweyî werin lidarxistin, sînevizyon û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin pêşandan. Her wiha ji bo PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin jî wê îmze werin berhevkirin.

Ji bo çalakiyê komîteyê şi pêşiya konê çalakiyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi komploya navneteweyî û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û wiha hat gotin: “Rêber Abdullah Ocalan li hember zulmê sekinî, rêya jiyana azad ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest xêz kir. Ji ber wê pergala kapîtalîst Rêber Ocalan ji bo xwe wekî xetere dît û komplo li dijî wî pêk anî.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komîteya ciwanan wê li hemberî vê pergalê û dagirkeriyê helwesta xwe diyar bike û bang li hemû gelan kir ku xwedî li rêber Abdullah Ocalan derkevin.

Çalakiya konvedanê wê sibe saet di 10’an de dest pê bike. Dê şêniyên kantonên Hesekê û Qamişloyê, endamên Komîteya Ciwan û Sporê ya herêma Cizîrê û endamên saziyên sivîl tev li çalakiyê bibin.