Komîseriya Bilind a Hilbijartinê: Rêjeya tevlîbûnê 70 ji sedî ye

Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand, ku rêjeya tevlîbûna dengdêran li hilbjiartinên komunan 70 ji sedî ye û encamên hilbijartinê eşkere kir.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Bakurê Sûriyeyê, ji bo eşkerekirina encamên hilbijartinên 22'ê Îlonê yên komunan, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li navenda Meclîsa Rêveber a kantona Cizîrê li navçeya Amûdê bi amadebûna hevserokên Komseriya Bilind a Hilbijartinan ên herêma Cizîrê Izedîn Ehmed Ferhan û Rûken Mela Îbrahîm û Hevserokên Komseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Firatê Şahîn Elî û Zehra Mihemed Bekir û Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediyê Yûsif, hate dayîn.

Daxuyaniya ku bi zimanê Kurdî ji aliyê Rûken Mela Îbrahîm û bi zimanê Erebî ji aliyê Şahîn Elî ve hate xwendin, ji aliyê gelek endamên çapemeniyê ve hate şopandin.

Komîseriyê di destpêka daxuyaniya xwe de ragihand, ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, weke projeya ji bo xelaskirina ji çanda terorê, kuştin û wêrankirinê hatiye pêşkêşkirin û got, "Federasyona demokratîk hêviya tekane ye ku yekîtiya gelên Sûriyeyê û xaka wê biparêze. Sûriye ya gelên wê ye, mafê her welatiyekî ye ku li ser axa xwe bi rûmetî bijî."

Komîseriyê diyar kir, ku ji bo xurtkirina sîstema Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, hewcedarî bi hilbijartinên azad û zelal ku derfet li pêşiya hemû pêkhateyan peyda bike ku her kes nûnerên xwe ji bo hevserokatiya komînan û hemû pêkhateyên hilbijêre, hebû.

TEVLÎBÛNA GIŞTÎ, 70 JI SEDÎ YE

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Komun bingeha avakirina civakeke rêxistinkirî, hevgirtî û bi hêz e. Xebatên hilbijartinan li her sê herêman (Cizîrê, Firat û Efrîn) di 22'ê Îlona 2017'an de saet di 08:00‘an de pêk hat, tevlîbûneke mezin ji bo van hilbijartinan hebû, em dikarin bêjin ku li hin gundan tevlîbûn ji sedî, sed pêk hat, bi giştî jî tevlîbûn ji sedî 70 çêbû."

Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ragihand, ku yên tevlî dengdanê nebûn, nebû, nêzîkatiyên xwe dane xuyakirin, teslîmkarî li hember têkoşînê pejirand.

LI HERÊMÊN CIZÎR, FIRAT Û EFRÎNÊ HEJMARA HILBIJÊRÊN DENG DAN

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Li herêma Cizîrê hejmara kesên ku deng dane 437142 e, dengên xwe dan  7 hezar û 687 namzetên 2 hezar û 551 komînan. Di dema dawî de xwesteka xwelatiyan hebû ku komînên nû bêne avakirin, li ser vê yekê hin komîn hatin zêdekirin, di encamê de 5 hezar û 102 kes bi serketin.

Li herêma Firatê 135611 welatiyan mafên xwe yên dengdayînê bi kar anîn, welatiyan dengê xwe dane 3 hezar û 192  namzetên 849 komînan, 772   namzet bi serketin.

Li herêma Efrînê  155697  welatiyan tevlî hilbijartinan bû û dengê xwe dane hezar û 440  namzetan, hijmara namzetên bi serketin 830 e, li vê herêmê koçberan dengê xwe dan, hejmara wan 5 hezar û 3959 e.

SPASIYA KEDKARÊN HILBIJARTINÊ, ASAYÎŞ Û HPC'Ê HATE KIRIN

Hilbijartin bi awayekî demokratîk, bê astengî, pêk hat. Wekî komseriyê, em spasiya kesên ku ji bo serketina hilbijartinan ked dan, dikin, di serî de mamosteyan ku li ser sindoqan û hejmartin, disekinîn, bi seda wan hilbijartin bi rengekî demokratîk pêk hat, her wiha Hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakî ku navendên dengdayînê parastin."