Koçer: Yekîtiya Ereb divê ji bo çareseriyê rê li ber Şamê bixe

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got, Yekîtiya Ereb divê rêveberiya Şamê ji bo çareseriyê teşwîq bike.

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got, vegera hikumeta Şamê li Yekîtiya Ereb têra çareserkirina krîzê nake û destnîşan kir ku ew li bendê ne Yekîtiya Ereb di mijara guhertinê de bi rol rabe.

Yekîtiya Ereb, sala 2011'an piştî destpêkirina krîza li Sûriyeyê bi çend mehan, endametiya Sûriyeyê taloq kiribû. Hikumeta Şamê piştî 12 salan careke din tevlî Yekîtiya Ereb bû. Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer têkildarî mijarê bersiv da pirsên ANF'ê.

Koçer anî ziman ku ew ne li dijî tevlîbûna Sûriyeyê ya li nava Yekîtiya Ereb bûn û got, "Yekîtiya Ereb ji Sûriyeyê dixwest ku pirsgirêkên bi gelê re çareser bike û tabloya berê qebûl neke. Eger pirsgirêk bi rêbazên siyasî neyên çareserkirin, hingî tevlîbûna Sûriyeyê ya li nava Yekîtiya Ereb wê bi tena serê xwe nebe çareserî. Me bang li Yekîtiya Ereb kir ku ji bo pirsgirêka navbera hikumeta Şamê û gelê Sûriyeyê bi rengê siyasî û demokratîk bê çareserkirin, bibe alîkar. Armanca Rêveberiya Xweser çareseriya bi rê û rêbazên siyasî û demokratîk e."

Hesen Koçer bi bî xist ku ew alîgirê çareseriya bi rêbazên siyasî ne û got, "Em dixwazin di nava yekparebûna siyasî û xakê ya Sûriyeyê de bi rêveberiyeke nenavendî krîza Sûriyeyê çareser bikin. Eger Yekîtiya Ereb Sûriyeyê mîna heyî qebûl bike, hingî wê ji krîza Sûriyeyê re nebe çareserî. Divê Yekîtiya Ereb bi roleke welê rabe ku bike ku Sûriye nêzîkatiya xwe ya li gelên Sûriyeyê biguherîne, şertê xwe yê bingehîn jî bi vî rengî be. Eger pirsgirêk bi rêbazên siyasî neyên çareserkirin wê krîz dewam bike. Eger rêveberiya Şamê bixwaze sîstema xwe dewam bike wê ber bi felaketên mezin ve biçe. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê karibe yekparebûna xaka Sûriyeyê jî parçe bike. Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê metirsî nîne, berevajî; çareseriya maqûl pêşkêş dike."

METIRSÎ DAGIRKERIYA TIRK E

Hesen Koçer diyar kir ku ew ji Yekîtiya Ereb jî radigihînin ku amade ne pirsgirêkan bi hev re çareser bikin û got, "Rêveberiya Xweser ji şoreşê û vir ve li dijî terorê şer kiriye, yekparebûna xaka Sûriyeyê parastiye, gelên Sûriyeyê parastiye û xaka Sûriyeyê radestî terorê nekiriye. Ya ku berevajî vê dike, dewleta Tirk e. Dema ku mirov bala xwe dide ser daxuyaniyên wan ên dawî, dibêjin ku wê xwe bigihînin heta Helebê. Helwesta hikumeta Şamê divê neteweyî be. Rêveberiya Xweser ji bo dewleta Sûriyeyê xetere nîne. Deklarasyona me ya dawî jî şênber e, taktîkek nîne. Ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê, ji bo çareseriyek di nava yekparebûna aka Sûriyeyê de bi Sûriyeyiyan re bê kirin, stratejiyeke. Lewma em ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan tevdigerin. Em ê karên xwe yên di vê çarçoveyê de berfireh bikin. Eger derfet hebin ji bo nîqaşkirinê em ê jî li dora maseyê rûnên."

Hesen Koçer diyar kir ku divê Yekîtiya Ereb piştgiriyê bide deklerasyona wan û got, "Divê yekîtiya Ereb di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de bibe navbeynkar. Girîng e Yekîtiya Ereb bibîne ku em dixwazin krîza Sûriyeyê çareser bikin. Vegera hikumeta Sûriyeyê li nava Yekîtiya Ereb nayê wê wateyê ku krîza Sûriyeyê çareser bûye. Divê Yekîtiya Ereb ji bo çareseriya krîza hikumeta Sûriyeyê şert û mercan destnîşan bike. Nêzîkatiya me ya li Sûriyeyê neteweyî ye. Mebesta me ji Sûriyeyê ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mebesta me hemû gelên Sûriyeyê ye. Krîza Sûriyeyê divê bi hikumeta Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê bê çareserkirin, ne rast e ku bi hêzên cuda bê çareserkirin."