Xelkê Efrînê yên li Şera û Şehbayê ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê penaber dijîn, bi boneya salvegera dagirkeriya Efrîn û êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) meşek lidar xistin.
Girseya ku li gundê Ziyaretê kom bûn ber bi Kampa Vegerê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên bi nivîsa ‘Em tên ey Efrîn, bi ruhê berxwedanê em ê dagirkeriyê têk bibin û ‘Bi ruhê Berxwedana Serdemê û Rûmetê em ê vegerin Efrînê’ hatin hildan.
Li Kampa Vegerê çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre î li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan bavê Şehîd Mahsûm Recep Mistefa, li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Şîrîn Qaso, Li ser navê Meclîsa Şehbayê Ebdo El Ehmed û li ser navê rûspiyên Efrînê jî Xelîl Reşo axivî. Di axaftinan de şehîdên azadiyê hatin bibîranîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.
Di dewama axaftinan de bal kişandin ser komkujiyên li ser gelê Kurd ên di dîrokê de tê kirin û hate bibîrxistin ku komkujiyên li Efrînê hatin kirin ne ya destpêkê ne. Hate gotin ku gel tevî şert û mercên penaberiyê jî li ber xwe didin.
Piştî axaftinan û şûnde li gel helbestên dayikan çalakî bi dawî bû.