Kobanê şehîdê xwe veşart

Cenazeyê şehîd Birûsk (Salih Şêx Salih) bi meresimekî girseyî li Goristana Şehîd Dîcle hate definkirin.

Cenazeyê şehîd Birûsk (Salih Şêx Salih) bi meresimekî girseyî li Goristana Şehîd Dîcle hate definkirin. Meclîsa Malbatê Şehîdan a herêma Firatê, saziyên sivîl û bi sedan welatî tev li meresimê bûn. Di meresimê de wêneyê şehîd hatin hilgirtin.

Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê şehîdan hate destpêkirin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arîf Balî diyar kir ku ew sersaxiyê ji malbata şehîd û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dixwazin û got “Em bi saya keda şehîdan niha bi azadî dijîn. Şehîd Salih di sala 2014’an de li hemberî çeteyê DAÎŞ’ê şer kir û li bajarê Minbîcê jî tevî Asayîşê her dem di çeperên pêş de şer dikir.

Li ser navê Kongra Star Macîda Hesûn jî diyar kir ew bi saya şehîdên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke azad dijîn û got “Em bang li tevahî gel û ciwanan dikin ku rabin ser xwe.”

Piştre wesîqeta şehîd radestî malbata wî hate kirin û cenazeyê şehîd bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ û bi tilîliyên dayikan hate veşartin.