Kobanê bi merasîmekê şehîdên xwe veşartin

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dîcleyê veşartin.

Cenazeyên şervanên QSD‘ê Ehmed Oso (Berxwedan Qomelx), Abdullah Qadir ( Birûsk Kobanê) Merwan Tirkî (Merwan) û Agir Amed (Zûhat) yên ku li gundewarê Girê Spî di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de ya bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şehîd bûbûn, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîcleyê hatın veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre Serokê Buroya Parastinê ya herêma Firatê Nebo Temo. Temo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîd bi fedekariyên xwe pirê ava dikin ji bo ku bighêjin rêya serkeftin û aştiyê. Divê em li pey şehîdên xwe bin û li hember êrîşkerê ku hewl dide ewlehiya herêmê bihejîne bisekinin. "

Endama Kongreya Star Rohat Mela got: "Ev welat di nav ewlehiyê de bû û artêşa Tirk a dagirker hewl dide vê ewlehiyê binpê bike. Lewra em nahêlin wisa bike û em ê berxwedana xwe berdewam bikin."

Piştre nasnameya şehadeta şehîdan ji hêla Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de veşartin.