Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje; ‘‘Li Kurdistanê bêyî şoreş jiyan nameşe, jiyana şoreşgerî esas e û layiqê gelê me ye jî’. Bi vê hêzê gelê Rojavayê Kurdistanê, şerê man û nemanê kir û li dijî mirinê rûpeleke nû di nava rûpelên dîrokê de vekir.
Kurdan li hemberî qirkirinê çavên xwe vekirin û rabû ser pêyan. Mêtingerên ku Kurdistan dagir kiriye, êdî xwest nasnameya Kurdan jî ji wan bistînin û Kurdan weke gelekê biyanî bihêlin. Çawa ku Kurd li dijî dewletên mêtinger Kurdistan parast, gelê Sûriyeyê jî li hemberê rejîma Baasê rêya berxwedaniyê şopand. Şoreşa ku bi jin û ciwanan dest pê bû, li hemberê desthilatdariyê, bû çirûskek û desthilatdariya mêtinger hilweşand û şoreşa vejînê ava kir.
Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ciwanên Kobanê qefle bi qefle cih di nava şoreşê de girt. Her kes li benda vê rojê bû. Piştî ew mêtingerê ku Kurdistan dagir kir, ciwan bi darê zorê birin leşkeriyê. Axavtin û jiyan li gor wan bû. Ji bo Kurdan jî hemû tişt qedexe bûn axaftina bi zimanê xwe bi pere bû.
EW XEYAL PÊK HAT
Ciwan jî bi tîna eşqekê tev li nava refên YPG û YPJ’ê dibûn. Xwe îfadekirina bi ziman, reng û hebûna xeyala her kesî bû. Piştî ewqas salan avakirina xwe, axavtina bi Kurdî, jiyaneke cuda bû. Xwe îfadekirina her kes û neteweyê bi azadî. Ji bo her Kurdekî/ê ev roj xeyal bû, le ew xeyal bi têkoşîn û berxwedanê pêk hat.
Du sal bi ser Şoreşa Rojava ya jin û ciwanan ket. Ketin hewila tunekirina şoreşê, bi her awayî êrîş kirin. Ceyş El Hur, Cebhet El Nûsra bi pişt re jî jî bû DAÎŞ. Feraset yek bû lê nav cuda bûn.
DAÎŞ ÇAWA HAT AVAKIRIN?
Li gorî hin çavkanî û belgeyan rêxistiniya çeteya DAÎŞ'ê di sala 2003'yan de ji aliyê Abû Misab El Zerqawî ve bi navê 'Cemat el tewhîd wel cîhed' li Iraqê hate avakirin. Di sala 2004'an de hin hêzên din ên çete tevlî xwe kir û navê xwe kir 'Tanzîm Qaîde El Cîhed fî bîled El Rafîdeyn'. Di sala 2006’an de hin hêzên din ên çete li xwe zêde kirin, navê xwe guhert û kir 'Meclis Şûra El Cahîdeyn'. Di 12'ê Cotmeha 2006'an de jî navê xwe kir 'Dewle el Îraq el Îslamiye'. Piştî ku di 8'ê Gulana 2013'an de êrîş bir ser Sûriyeyê navê xwe guhert û kir 'Dewle Îslamiye fî Îraq wel Şem' ku bi navê (DAÎŞ) tê naskirin.
Di navbera salên 2014 û 2019'an de DAÎŞ'ê qadeke berfireh ji axa Sûriye û Iraqê dagir kir. Wê demê çeteyên DAÎŞ'ê yên ji welatên cuda hatin, mezintirîn bajarên Iraq û Sûriyeyê dagir kirin; weke Reqa, Dêrazor, Tikrît, Felûc û Mûsil.
ÇIMA KOBANÊ?
Çavên hovan her li bajarên Kurdan bû. Bi taybetî jî bala wan li ser bajarê Kobanê bû; ew bajarê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekem car ji wir derbasê Sûriyeyê bû, ew bajarê ku çirûska Şoreşa 19'ê Tîrmehê lê pê ket.
Çeteyên DAÎŞ'ê dagirkirina Kobanê ji xwe re kir armanc û got; "Em ê nimêja cejnê li Kobanê bikin." Armanca wan pêk nehat. Nizanîbûn ku Kobanê li wê li ber wan bisekine. Kobanê gava destpêkê ya berxwedana gelan bû. Xwestin şoreşa gelan a ku ji Kobanê dest pê bû, tune bikin. Lê belê nedizanî ku wê Kobanê di dilê wan de bibe kul.
DEST BI ÊRÎŞA LI SER KOBANÊ BÛ
Şeva 15'ê Îlonê çeteyên DAÎŞ'ê dest bi êrîşên li ser Kobanê kir. Ji aliyê rojava, başûr û rojhilatê Kobanê ve bi çekên giran êrîş kirin. Êrîş li gundê Telikê yê li rojavayê Kobanê dest pê bû. Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê negihîjin nava bajarê Kobanê, şervanên YPG û YPJ'ê li vê derê gelek çalakiyên fedaî kirin. Mîna destana lehengiyê ya 16'ê Îlonê ya li Dibistana Serzorî. Mîna Girê Dolê, gundê Gulmitê û Kurkê. Mîna Miştenûrê ku Arîn bi bedena xwe destan lê afirand, bû efsane.
DAÎŞ, di 15’ê Îlona 2014’an dest bi êrîşeke berfereh ji gelek aliyan ve li ser Kobanê kir, bi awayekê hovane êrîşê Kobanê kir, xwest di şexsê Kobanê de destkeftiyên Şoreşa Rojava tune bike. Lê bi berxwedaniya Şervanên YPG û YPJ’ê DAÎŞ û pilanên wê têk çûn.
15’ê Îlonê di xeyala her Kobaniyekî/ê de weke hovanetirîn roj e. Ji hemû aliyên Kobanê ve dest bi êrîşan bû, aliyê rojava, başûr û rojhilat, Kobanê bi hemû çekên giran û bi awayekê berfereh rastî êrîşeke dijwar hat. Gundên rojavayê Kobanê û başûr û rojhilat berxwedan bi awayekê dîrokî hat kirin.
DESTEK LI SER DILÊ WAN Û YEK LI SER AXA KOBANÊ
Êrîş ji rojavayê Kobanê dest pê kir, gelek gund jî ketin destê DAÎŞ’ê. Ew DAÎŞ’a ku bi hovîtiya xwe tê naskirin, ji her kesî re bû tirsek, bi hemû tang, top, debabe êrîş kir, lê tenê di destê Şervanên YPG û YPJ’ê de ew çeka wan û îradeya xurt hebû. Destek li ser dilê wan û yek li ser axa Kobanê û soza parastina axa wê ta dilopa dawiyê da.
Êdî her ku çû êrîş dijwartir bû, berxwedaniya şervanê Rêber Apo jî li hemberî vê mezin bû. Di şerê Kobanê de gelek Efsane û destanên dîrokî hatin nivîsandin, gelek qehreman di berdêla şerê man û nemanê de canê xwe kir feda, bûn sembolên azadiyê. Tilîliya YPJ’ê ku erşa asîman dihejand, digot em ê bi ser bikevin, em xwediyê vê axê ne, em ê heta dawiyê jî li vê axê bibin xwedî.
Gelek destanên qehremantiyê hatin nivîsandin, Gundê Telikê şerekê ku wê di nava rûpelên dîrokê de şax vede, wê ew berxwedaniya şervanan, dîrok bi tîpên xwe yên zêrîn binivîse. Digot me beton li ser Kurdan kiriye. Kurd êdî nemane. Lê ew beton hat şikênandin û car din jiyan ji bo Kurdan hat kirin, wê ev berxwedan jî her di nava rûpelên dîrokê de bimîne.
Zozan û Êrîş jî şahidên berxwedaniya Tepeyê Dolê ne, li hemberê tang top û çekên giran, bi çeka xwe ya biçûk li ber xwe da, ta mermiya dawiyê soza axa Kobanê da, bombe di destê wan de û dibabe jî ber bi wan ve, her du jî bûn yek ji sembolên berxwedana Kobanê, bi teqîna bi tanga wan de dijmin têk çû û di cîhana Kobanê de bûn yek ji kevokên azadiyê.
Tepeyê Sêvê jî şahidê wê berxwedaniyê ye ku bi xwe re şerê man û nemanê kir, got em ê wan bişikînin û ala azadiyê li asîmanên Kobanê bihejînin. Ev hêvî bû rastî. Dibistana Serzorî ku bi xwe re 13 qehremanên ku wê ta dawiyê her di mêjiyê Kobanê de şax vedin, ew berxwedana ku rû da, hîşt ku dijmin bişike û gelek planên wan ên qirêj jî têk herin, lê dîsa bi soz û îradeyeke xurt, dibistana Serzorîyê bû yek ji dibistanên ku wê bi hezaran destan û efsane li pey xwe bihêle.
Êdî şer ber bi Kobanê ve hat, li Miştenûr berxwedaneke bêhevta hat kirin. Destpêkê Rêvan bi dûv re jî Arîn bi bedena xwe îsbat kir ku wê Kobanê nekeve, ew soz dan û li wê sozê bûn xwedî; bi bedena xwe DAÎŞ têk bir û dawî lê anî.
134 roj ku tê de her kêliyeke wê pirtûkek e, şervanan li ber xwe da û Kobanê rizgar kir. Serokê dewleta Tirk a dagırker digot: ‘’Kobanî li ber ketinê ye’. Nedizanî ku şagirtên Rêber Apo tenê soz bi axa pîroz daye. Kobanê piştî berxwedana bi 134 rojan bi ser ket.
Bajarekê biçûk, bi derfetên herî kêm, di nav serma û seqemê de şervanên berxwedêr li hev civiyabûn, xwe li nava dilê Kobanê bi cih kiribûn. Ji her çar parçeyên Kurdistanê ve xwe gihand Kobanê. Zanîbûn ku Kurd ne ew mirov in ku serî li ber dijmin bitewînin. Li Keleha berxwedanê Kobanê nexşeya têkoşîn û lehengiyê li nava rûpelên dîrokê neqişand.
Li ser xaka rizgarkirî hovîtiya DAÎŞ'ê bi dawî bû. Çeteyên herî xetere bi îradeya lehengan tune bûn. Ev xak bi saya zarokên vî gelî rizgar bû. Li her kolaneke Kobanê şopa lehengan heye.
Dewleta Tirk ku weke piştevana herî mezin a DAÎŞ'ê tê naskirin, nekarî xwe li ber vê têkçûna DAÎŞ'ê rabigire, lewma ji sala 2015'an û vir ve êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Lê hîna jî zarokên vê axê soza berxwedanê daye. Kesê destê dirêjî axa Kobanê bike, wê rastî her tiştî bê.