Kevintirîn bazara Amûdê: Bazara El-Fatora

Bazara El Fatora ku kevintirîn bazara Amûdê ye, xwedî dîrokeke pir kevne. Firoşkarên vê bazarê diyar kirin ku ev bazar sembola aştî û hevbeşiyê ya Misilman û Mesîhiyan e.

Eger em behsa kevneşopiyên bajarê Amûdê bikin, bazara El-Fatora di rêza yekem de cih digire. Ev bazar sala 1229’an bi hevbeşî û alîkariya di navbera gelên Mesîh û Misilman de, hatiye avakirin. Ew têkiliya ku firoşkarên wê bi hev ve girê dide, heta roja îro berdewam e. Her wiha firoşkarên vê bazarê jî xwedî çîrokên dirêj in.

Firoşkarê destpêkê yê vê bazarê Behcet Şêx Dawid û Firoşkar Mihemed Silêman Hesen ê 82 salî derbarê Bazara El-Fatora ji ANF’ê re axivîn.

SEMBOLA AŞTÎ Û HEVBEŞIYÊ YA MESÎHÎ Û MISILMAN

Behcet Şêx Dawid ku yek ji firoşkarên kevin ên vê bazarê ne, wiha got: "Bazara El-Fatora bûye sembola aştî û hevbeşiya di navbera gelên Mesîhî û Misilman de ku bi yek destî di sala 1929'an de ev bazar hate avakirin. Navê Fatora vedigere ku bazar tenê bi firotina parçeyan (Caw) mijûl mabû, ji ber vê jî ev nav lê hat kirin, di dema hikûmeta Şamê de bi navê El-Wihde dihat naskirin. Avakirina Bazara El-Fatora ji rêjeya sedi 90 bi axa girê Şermolayê ku ew jî ji kevintirîn girên li rojhilatê başûrê Amûdê ye, hatibû avakirin. Lê tenê di vê dawiyê de hemû firoşkar bazar ji kelpîçan kirin çîmento. Di wê çaxê de firoşgehên xwe bi zehmetî didan avakirin. Hikûmeta Şamê dixwest ji firoşkarê bazarê pereyan bistîne, ji ber vê jî her çend rojan carekê berê xwe dida bazarê û astengî ji firoşkaran re derdixist.”

Şêx Dawid diyar kir ku tişta balkêş ew e ku di vê bazarê de Misilman û Mesîhî bi hev re dixebitin û got: “Piştî ku hin ji firoşkarên temen mezin jiyana xwe ji dest dan û piştî ku hinek nûjentî di bazarê de hat çêkirin ku alavên pijgeh û malê, sol, cil, tejik, zêr û madeyên xweşikbûnê hatin avakirin, min û çend ji hevalên min ên di heman temenî de me cihê xwe neguhert. Lê belê me xwe û nifşên nû bi hev re kir yek. Ya ku me bi hev ve girê dide ne temen tenê ye, hezkirin û rêzgirtin e. Firoşgeheke bavê min ku diket aliyê bakurê bazarê, di dema desteserkirina Fransiyan de, bû hedef û heta beriya çend salan şopa wê xuya dikir. Em ji miletê xwe dixwazin ku ji bo parastina vê bazarê bibin alîkar. Ji ber ku bajar bi bazarên xwe tê naskirin.”

JI SALA 1974’AN VE DI VÊ BAZARÊ DE KAR DIKE

Firoşkar Mihemed Silêman Hesen ê 82 salî ku ji sala 1974’an û vir ve di bazarê de kar dike ev tişt got: “Ez Bazara El-Fatora cihekî herî pîroz dibînim. Ji ber ku her firoşgehekê di vê bazarê de xwedî çîrokeke dirêj e. Dijmin dixwaze her tiştên dîrokî yên li bajêr binpê bike. Lê dijmin nikare me têk bibe. Em li ser bingehê ‘yek ji bo hemûyan û hemû ji bo yekê’ kar dikin.

Di dema avakirina bazarê de ti xetên kanalîzasyonê tunebûn. Her yek ji me ava baranê ji milê xwe ve dida aliyekî. Deriyên firoşgehên me ji textan bûn. Binbanên me ji beşt û heriyê bû. Heta niha jî firoşgehek a xwediyê xwe yê ku bi mala seraf tê naskirin, ji kelpîçan heye. Henefiyeke avê li ber deriyê bazarê ji aliyê bakur ve heye ku her dema ez lê dinêrim gelek tiştên kevin bala min dikişîne û hemû bîranîn li ber çavên min derbas dibin. Sala avakirina wê jî vedigere sala 1974'an. Destpêkê ev bazar xwedî 36 firoşgehan bû, îro nêzî 90 firoşgeh lê hene. Di sala 2019'an de bi alîkariya hemû firoşkaran me banê bazarê bi tûtiyayê nixumand da ku me ji baran û tîrêjên rojê biparêze.”

Firoşkar Mihemed Silêman Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev bazar ne tenê ya min û çend firoşkaran e, ya gel hemû ye. Deriyê me li pêşiya her kesî vekiriye. Raste em di qonaxeke zehmet de dijîn, lê ti kes nikare li hember me bisekine. Bazar El-Fatore dîroka bajarê Amûdê rave dike, ji ber ku bajêr bi vê bazarê navdar e.”