Keleha berxwedanê Şêxmexsûd

Gelê Şêxmeqsûd li gel şervanên xwe 8 mehan li wê taxa biçûk tekoşîneke bêhempa nîşan da.

Yek ji girîngtirîn beşên berxwedana Şêxmeqsûd li xeta parastinê ya bi navê ‘Sekin Şebabiyeyê’ pêk hat ku tenê çend bîna lê hene. Dema ku çeteyan nekarî bi bistînin, tûnel kolandin û 3 ton teqemenî di bin bînayê de teqandin û 12 şervanên YPG’ê şehîd bûn. Navê 'Sekîn Şebabiye' niha  bûye Şehîd Ebû Şiyar û ew bîna weke gora 12 şervanan tê qebûlkirin.  12 baxçeyên ku wan şervanan temsîl dikin hene.

Taxa Şêxmeqsûdê li bakurrojavayê Helebê ye û li cihekî bilind e û ji ber bilindbûna xwe taxeke zêde stratejîk e. Li Taxa Şêxmeqsûdê piranî kurd lê dijîn û  taxek e ku tim li ber xwe dide. Di pêvajoya serhildana Qamişloyê (2004) de bertekên ewil li Şêxmeqsûdê hatin nîşandan. Dema ku serhildana Sûriyeyê li Deraayê destpê kir, Şêxmeqsûdê jî bal kişand li ser xwe. Rêvebiriya Şamê di 10’ê Adara 2012’an de di xwepêşandaneke şênîyên taxê de welatparêza bi navê Gulê Selmo qetil kiribû. Piştî şehadeta Gulê Selmo gelê taxê derbasî berxwedaneke mezin bû û hikûmeta Şamê mecbûr ma ku bi temamî ji taxê derkeve. Taxa Şêxmeqsûdê girêdayî esasê xweparastinê xwe bi rêxistin kir. Meclîsa Gel di 26’ê Tîrmeha 2012’an de hat avakirin. Milîsên rêveberiya Şamê êrîşên xwe domandin û di êrîşa 6’ê Îlonê de 21 kes bi çekên giran hatin qetilkirin.

MÎLÎSÊN REJÎMÊ Û ÇETE

Ne tenê mîlîsên rejîmê çeteyan jî êrîşî li taxê kir. Di êrîşên 26’ê Cotmeha 2012’an de 8 welatî hatin qetilkirin. Di 29’ê Adara 2013’an de li aliyekî çeteyan û li aliyê din jî milîsên girêdayî hikûmeta Şamê êrîşî taxê kirin. Çeteya Xalid Heyanî di 26’ê Nîsana 2013’yan de êrîş bir li ser taxê. Şervanên YPG û YPJ’ê û êrîşa wan têk bir. Piştî vê yekê di 7’ê Îlona 2013’yan de çeteyên weke Xalid Heyanî, Xurebaî El Şam û Tûgaya El Tewhîd bûn yek û êrîşeke hovane li ser taxê  pêk anîn. Şervanên YPG û YPJ’ê zêdeyî 60 çete kuştin û ew neçar kirin ku paşde vekişin.

TAX BI TEMAMÎ HAT RIZGARKIRIN

Di sala 2015’an de êrîşên li ser Şêxmeqsûdê dubare zêde bûn. Hêzên rejîmê herêma di navbera Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê de bombebaran kir. 3 mehan piştî van êrîşan çeteyên ku aliyê dewleta Tirk ve hatibûn koordînekirin, bi pêşengiya Cebhet El-Nusrayê di 28’ê Gulana 2015’an de dest bi êrîşê kirin. Piştî ku ev êrîş hatin pûçkirin, di 22’yê Îlona 2015’an de tax hat dorpêçkirin. Bi sedan caran bi çekên giran êrîşî taxê kirin. Di van êrîşan de 6 kesên sivîl hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn. Cebhet El-Nusrayê di 27’ê Mijdara 2015’an de dîsa bi alîkariya dewleta Tirk êrîşeke nû pêk anî. Di 16’ê Sibata 2016’an de 27 komên çeteyan li hev kirin û êrîşa li ser taxê berfirehtir kirin wan êrîşan heya 26’ê Mijdara 2016’an berdewam kir. Şervanên YPG û YPJ’ê di 27’ê Mijdarê de êrîş pûç kirin û  dest bi hemleya rizgarkirinê kirin û di Kanûna 2016’an de hemleya rizgarkirinê temam kirin.

ME BERXWEDAN HER TIM MEZINTIR KIR

Şahidê berxwedaneke dîrokî û di heman demê de şervanekî berxwedanê Zagros Rojava ji ANF'ê re axivî û qala wê pêvajoyê kir: “Li Şêxmeqsûdê me li gel gel li ber xwe da. Gel li gel şervanan  di heman mewziyê de bû. Me ji vê piştevaniya gelê xwe hêz digirt. Wan jî hêz ji me digirtin. Di sala 2016’an de 27 çeteyan bi pêşengiya Cebhet El-Nusrayê dest bi êrîşan û plana wêrankirina taxê û dagirkirina Efrînê dikirin.  Ji bo ku bînayên  li Sekîn Şebabiye bi dest bixin, êrîş kirin. Bes armanceke me hebû ew jî bi tu awayî me rê nedida ku ew vê derê bi dest bixin. Li vir gelek hevalên me berxwedaneke mezin nîşan dan. Bi saya hevalên şehîd Rêdûr û Ebû Şiyar îdîa û baweriya me ya berxwedanê xurttir bû.  Çeteyan li vir her cure çekên giran bi kar anîn. Ji dewleta Tirk a dagirker piştgirî digirtin. Hejmara me gelekî ji ya wan  kêmtir bû. Lê dîsa jî ji bo ku em êrşên wan pûç bikin, me tim êrîş dikir. Di van êrîşan de hevalê Rêdûr çalakiyeke fedayî pêk anî. Bi vê çalakiyê  biryardariya me ya tekoşînê xurttir bû. Tevî hemû êrîşên xwe yên hov jî nekarîn bikevin avahiyan. Ji ber wê bîna teqandin. Gelek hevalên me şehîd bûn, lê me dev jê berneda. Me tekoşîna xwe domand. Piştî ku wan bîna teqand me dest bi hemleya rizgarkirinê kir û tevahiya Şêxmeqsûdê rizgar kir."

ÇAWA KU TÊK ÇÛN BÎNA TEQANDIN

Hewar Efrîn a ku ji destpêka vê  berxwedanê di nava refên YPG’ê de cih girt û di berxwedana Sekîn Şebebiyeyê de birîndar bû  wiha qala serpêhatiyên xwe kir: “Ez jî di van bînayan de bûm. Fermandarê me Şehîd Ebû Şiyar bû. Wî her tim perwerde dida me. Wî rê û rêbazên parastin û şerkirinê nîşanî me dida.  Wî ruhê berxwedanê fêrî me kir. Çete tevî hemû hewldanên xwe nekarîn binayê bi dest bixin. Tûnel kolandin û avahî teqandin. Ez piştî nobedê derbasî bêhnvedanê bûm û di wê kêliyê de wan bîna teqand. Ez di wê teqînê de birîndar bûm û 3 mehan li nexweşxaneyê mam. Di teqînê de 12 hevalên me şehîd bûn. Yek ji wan jî  fermandarê me Ebû Şiyar bû. Ji ber vê êdî Sekin Şebebiye bi navê Şehîd Ebû Şiyar tê zanîn.”

Cenazeyên 12 şervanan nehatin derxistin. Tevahiya bînayê weke gora 12 şervanan tê zanîn. Baxçeyên biçûk gorên wan 12 şehîdan temsîl dikin ku ji bo bîranîna wan hatine çêkirin.