Karwanê Alîkariyan ji bo Heleb û Şehbayê hatin şandin

Karwanê Alîkariyan ku ji 30 kamyonan pêk tê, ji herêmên Rêveberiya Xweser ji bo Heleb û Şehbayê hatin şandin.

Karwanê alîkariyan ê ji 30 kamyonan pêk tê, di deriyê Tayihe (di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de ye) ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û herêma Şehbayê ve bi rê ketin.

Karwanê alîkariyan ji alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û xelkê Kobanê ji bo mexdûran kom kiribûn, pêk tên û di nav de pêdiviyên bingehîn ên jiyanê hene.

Alîkariyên xelkê Silêmaniyê 21 rojan, yên xelkê Kobanê jî 3 rojan li deriyê Tayihe hatibûn rawestandin û hikumeta Şamê destûra derbaskirina wan nedida.