Karkerên Rojava yên li Şengalê hatibûn qetilkirin hatin oxirkirin

5 karkerên ku di dawiya sala 2023’yan de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Şengalê hatibûn qetilkirin, ji bo bêne veşartin ber bi Reqa û Kobanê hatin şandin.

Dewleta Tirk a dagirker di 28'ê Kanûna 2023'an de li ser herêma Kora Simoqya ya Şengalê êrîşeke hewayî pêk anîbû.

Di êrîşê de 5 karkerên ji Rojava şehîd bûbûn.

Cenazeyê karkeran şeva Sêşemê derengiya şevê anîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

4 karkerên bi navê Remedan Hemadî, Hisên El Hisên, Ehmed Elî Elî û Munîr El Bekûr îro li goristana Til Beya ya li bajarê Reqayê hatin veşartin.

Cenazeyê şehîd Şahîn Elî wê li Pakrawangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê were veşartin.