’Kapîtalîzm ji fikra Rêber Apo ditirse’

Endamê Çand û Hunera Baqî Xido ya beşa Çîrok û Helbest Mihemed Ebdo Misî got: “Fikra Rêber Apo li ser tevahî dewletên desthilatdar metirsî ye û ji ber vê kapîtalîzim jê ditirse.”

Nêzî du sal in ne parêzer ne jî malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikarin hevdîtinê pê re bikin. Di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Endamê Çand û Hunera Baqî Xido ya beşa Çîrok û Helbest Mihemed Ebdo Misî ji ANF’ê re axivî.

Mihemed Ebdo Misî anî ziman ku dewletên desthilatdar xwestin pêşî li fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin, lê fikra Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bû û wiha got: “Roj bi roj tecrîda li ser Rêberê me girantir dibe. Ruxmî ku dewletên desthilatdar yên weke Rûsya, Îtalya, Yewnanistan, Misir, Israîl û Emerîka ku komplo li dijî Rêberê me pêk anîn, pê re xwestin pêşî li fikra Rêber Apo bigrin lê fikra Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bû.”

Misî diyar kir ku pergalên desthilatdar yên kapîtalîzmê fikra Abdullah Ocalan li ser xwe metirsiyeke mezin dibînin û ev tişt got: “Di nava pergalên kapîtalîzmê de ne ol, ne netew ne jî hebûna mirov ji desthilatdaran xem e. Tenê ji bo berjewendiyên xwe dikarin serî li her rêbazê bidin, dikarin cîhanê bi giştî bikin pariyek nan û hîna jî ji bo wan têr nake.”

Misî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelên bindest rabû û wiha bilêv kir: “Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd rabû, ew ji bo tevahî gelên bindest ji bo ku bigihijin azadiya xwe rabû. Dema ku komployê dest pê kir û Rêberê me hat girtin, gelê me li 170 welatên cîhanê daketin qadan. Divê tevahî gel bê navber ji bo Rêberê xwe têkoşînê bikin. Hêviya min ji cîhanê tevahî û her çar parçeyên Kurdistanê ew e ku divê li çand û zimanê xwe xwedî derkevin. Em hetanî azadiya Rêber Apo li qadan bin.”